Gelê Maxmûrê piştî 6 rojan berxwedana xwe bi dawî kir

Şêniyên Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî li dijî binçavkirina şandeya wargehê li Bexdayê, li ber benda kontrolê ya Iraqê çalakiya konvedanê dabûn destpêkirin, îro bi dawî kirin.

Dewleta Iraqê ji 10’ê Nîsanê ve bi ti awayî nahêle ne kel û pel bikevin di wargehê de û ne jî dihêle karker biçin ser karên xwe. Bi vê boneyê, ji rêveberiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şandeyekê serdana Bexdayê kir û bi Wezîrê Dadê re hevdîtinek pêkanî. Piştî hevdîtinê, di vegerê de ji aliyê hêzên Iraqê ve binçavkirin.

Piştî binçavkirina nûnerên wargehê, di 15’ê Gulanê de şêniyên wargehê ji bo berdana nûnerên xwe û çareserkirina pirsgirêkên heyî, li ber benda kontirolê ya Iraqê çalakiya konvedanê dabû destpêkirin. Ev çalakî bê westan û rawestan bi biryardariyek xurt û girseyî 6 rojan berdewam kir.

Herî dawî hevdîtina ku di navbera rêveberiya wargehê û rayedarên Iraqê de çêbû.  Rayedarên Iraqê soz dan bi şertê ku kon were rakirin, ew ê hem nûnerên wargehê berdin û hem jî pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê çareserbikin.

Li ser vî bingehî li cihê ku konê çalakiyê lê hatibû vedan, bi dayîna daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn. Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak daxuyanî da. Filîz Bûdak bal kişand li ser zextên dewleta Iraqê ya li ser wargehê û got: “Di encama kiryarên dewleta Iraqê yên li hemberî wargeha me de, me çalakiyek ya kon vedanê da destpêkirin. Xelkê wargehê ji heft heta heftê salî cihê xwe di vê çalakiyê de girtin. Gelê me berteka xwe ya li dijî bêmafiyê aniye ziman. Ev 30 sale ev gel li hember hemû bê mafiyan têdikoşe û berxwedan xwe berdewam dike. û wê berdewam jî bike. Me timî xwestiye em rêya diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin. Wek gelê Kurd jî em xwedî vê helwestên ne. Rêbertiya me herî dawî banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. “

Fîlîz Bûdak destnîşan kir ku çalakiyên demokratîk mafê wan e û wê bi van çalakiya doza mafê xwe bikin û wiha bi dawî kir: “Em ê heta dawiyê di çarçoveya çalakiyên demokratîk de doza mafê xwe yê rewa bikin. Ev wargeh, wargeha berxwedanê ye. Em ê îro li vir di encama hevdîtinê hatîne kirin de û wê bên kirin de dawî li çalakiya xwe bînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi dawî bû.