Cenazeyê Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ê di 21'ê Îlonê de me Şoreşa Rojava diparast jiyana xwe ji dest da, hînê nayê hiştin derbasî Tirkiyeyê bê kirin.
Cenazeyê Guler li morga nexweşxaneya Serêkaniyê tê sekinandin.
Du serlêdanên malbatê û parêzeran ên li Qeymeqamiya Pirsûsê, bi 'Biryara Desteya Wezîran' a ku heta niha ji aliyê kesî ve nehatiye dîtin, hatin redkirin. Di serlêdana dawî de Qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî got, "Eger bi ya min be ez ê niha destûrê bidim. Lê belê eleqeya xwe bi min nîne, Enqere destûrê nade."
Bavê Guler Mehmet Guler û kekê wî Ersîn Ûmût Guler, bi destûra ji bo cejnê tevî malbatên 16 YPG'yiyan derbasî Kobanê bûn.
Ersîn Ûmût Guler di 28'ê Îlonê roja Duşemê de vegeriya. Lê bav Mehmet Guler biryar da li Rojava bimîne.
JI BO AZÎZ EZ LI VIR DISEKINIM
Bav Guler ev biryara xwe ji ANF'ê re vegot. Bavê Guler ku bi zehmetî û giranî axivî got, "Ez ji bo Azîz disekinim. Heta ku kurê xwe werbigirim ez ê li vir bim. Çend meh derbas bibe jî, çiqasî dewam bike jî, ez li vir im."
Bav Guler bibîr xist ku serlêdanên wan ên li Qeymeqamiya Pirsûsê hatine redkirin û got, "Em bi pêkanîneke faşîst a AKP'ê re rû bi rû ne. Ji cenazeyên me jî ditirsin. Bavek dixwaze ewladê xwe li cihê lê ji dayik bûye, li warê wî veşêre. Lê belê ji vê jî ditirsin. Heta dawiyê, ji bo anîna kurê xwe ez ê li vir bim. Em dixwazin cenazeyên hemû hevrêyên wî bihêlin ku derbasî Tirkiyeyê werin kirin. Em bi pêkanînên welê re rû bi rû ne ku di şer de jî nayên kirin. Ev qedexe ne li gorî mafên mirovan e, ne jî li gorî hiqûq û wijdanê ye. Em dixwazin dewlet û hikûmet destûrê bide ku cenazeyên hevrêyên me derbasî Tirkiyeyê bên kirin. Daxwaza me ev bi tenê ye."
EGER DESTÛRÊ NEDIN EZ Ê JÎ ŞER BIKIM
Bav Guler anî ziman ku ji bilî kurê wî destûr nayê dayîn 25 cenazeyên din jî werin derbaskirin û ji bo pirsa "Eger dewlet destûrê nede hûnê çi bikin?" got, "Ez ê li vir bimînim û tevlî şer bibim."
Bav Mehmet Guler ê 56 salî emrê xwe bibîr xist û got, "Ez bi rastî dibêjim; ez ê li vir bimînim û şer bikim. Eger nehêlin em cenazeyê xwe derbas bikin, ez ê li vir bimînim û şer bikim. Emrê min 56 salî ye. Li vê derê xalên 70 salî hene ku şer dikin an jî nobedê digirin. Ez ê jî bikim. Ji bo gelên Kurd û Tirk ez ê vê bikim."