Ji HDP'ê li Başûrê Fransayê pêngava hilbijartinê
HDP a ku li hemû bajarên Başûrê Fransayê xwe bi rêxistin kiriye, vê hefteyê li gelek bajaran bi beşdariya parlamenteran çalakiyan lidar dixe.
HDP a ku li hemû bajarên Başûrê Fransayê xwe bi rêxistin kiriye, vê hefteyê li gelek bajaran bi beşdariya parlamenteran çalakiyan lidar dixe.
Di navbera 8-25'ê Cotmehê de wê li Konsolosxaneyên Marsîlya, Lyon û Bordeaûx ên li Başûrê Kurdistanê, deng bên dayîn. Koordînasyona HDP'ê ya Başûr Fransayê, ji bo alîkariyê bide hilbijêrên li van herêman dengê xwe bi kar bînin, xebatên xwe didomîne. Di pêvajoya dengdayînê de wê li ber konsolosxaneyan konên HDP'ê yên agahdarkirinê bên vedan û bi vî rengî hem welatiyên dengê xwe bi kar bînin werin pêşwazîkirin, hem jî der barê karê dengdayînê de xizmeta agahîdayînê were pêşkêşkirin.
HDP a ku ev demeke li Başûrê Fransayê xebatên xwe didomîne, wê di nava vê hefteyê de li bajarên Marsîlya, Lyon, Montpellîer, Bordeaûx û Toûloûse, bi beşdariya parlamenterên HDP'ê hin rêze çalakiyan lidar bixe.
Koordînasyona HDP'ê ya Başûrê Fransayê, bang li gelê li Başûrê Fransayê dijî kir ku tevlî çalakiyan bibe.
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Li gorî vê yekê cih û dema çalakiyên bên lidarxistin, bi vî rengî ye:
Marsîlya:
2'ê Cotmehê roja Înê wê bi beşdariya parlamentera Agirî Leyla Zana çalakiya piştgirîdayîna HDP'ê bê lidarxistin
Navnîşan: Place des Roses
31 boulevard Charles Moretti
13014 Marseille
Saet: 18:30
Marîgnan:
3'ê Cotmehê roja Şemiyê bi beşdariya Leyla Zana, civîna gel
Lyon:
4'ê Cotmehê roja Yekşemê bi beşdariya Leyla Zana, çalakiya piştgiriyê
Montpellîer:
4'ê Cotmehê roja Yekşemê bi beşdariya Leyla Zana, civîna gel
Bordeaûx :
3'ê Cotmehê roja Şemiyê bi beşdariya parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim, civînag el
Navnîşan: Lokala Navenda Çandê ya Elewiyan a Bordeaûxê
Saet: 18:00
Toûloûse:
4'ê Cotmehê roja Yekşemê bi beşdariya parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim, civîna gel
Navnîşan: Komeleya Elewiyan a Demokratîk li Toûloûse
Saet: 13:00