ROJANE
Hemû Nûçe
-
Êrîşên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê giran bûn
Çeteyên El Nûsra û komikên li dora wê, ji çar aliyan ve dest bi topbarana taxa Şêxmeqsûd kirin. -
Ji rêxistinên Suryanî civîna ji bo destekkirina HDP'ê
Rêxistinên Suryanî yên li bajarê Gronaû civiyan, dan xuyakirin ku ew ê careke din destekê bidin HDP'ê. -
Polîsan piştî ku cenazeyê Bîrlîk bi erdê ve kişandin, wêneyê hev kişandin
Dîmenên nû yên Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê bi birîndarî ji aliyê tîmên taybet ve hate înfazkirin û piştre jî li pişt wesayîta zirxî hate girêdan derketin holê. Di dîmenan de tîmên taybet li dora cenazeyê Bîrlîk kom dibin û wêneyên hev dikişînin. -
Hêzên demokrasiyê: Em li dijî dîktatoriyê seferber bibin
Hêzên Demokrasiyê dan xuyakirin ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e û bang li hilbijêrên li Ewropayê dijîn kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. -
Binçavkirin dewam dikin, dema binçavkirinê tê dirêjkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbol û Ispartayê 3 kesên din hatin binçavkirin. Li Îzmîrê jî dema binçavkirinê hat dirêjkirin. -
Li Parîs û derdorê xebatên berfireh ên hilbijartinê
Li Parîs û derdora wê, HDP'yî ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê xebatên xwe berfireh kirin. -
Elewiyan li Kîelê ji bo HDP'ê şeva piştgiriyê lidar xistin
Li Komeleya Elewiyan a li bajarê Elmanya Kîelê ji bo HDP'ê panela piştgiriyê hat lidarxistin. Di panelê de Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç û Parlamenterê HDP'ê Tûrgût Oker amade bûn. -
Gelo artêşa Tirk cenazeyê şaş daye malbata Artûg?
Cenazeyê leşkerekî di şerê 6-7'ê Îlonê de li Geliyê Doskî mir, hînê di bin kontrola gerîla de ye. Belgeyên li ser vî cenazeyî hatin dîtin, nîşan didin ku cenaze yê Tolga Artûg e ku weke fermandarê yekîneyê wezîfe dikir. -
Akçinar: Em cara dudiyan dersê bidin AKP'ê
Parlamentera HDP'ê ya Erzîromê Seher Akçinar Bayar, piştî Dortmûndê li bajarê Troîsdorfê tevlî civîna gel bû. -
Konca: Divê gelê me yê li Ewropayê ji sedî sed dengê xwe bi kar bîne
Wezîrê berê yê Yekîtiya Ewropayê parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca, ku ji bo hin hevdîtinan li bajarê Elmanya Kolnê ye, ji bo dengdayîna di 8'ê Cotmehê de li Ewropayê destpê bike, banga seferberiyê li gel kir. -
Karê AKP'ê yê hilbijartinê: 15 girtî, 19 binçavkirî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê 15 kes hatin girtin, li Enqereyê jî 19 kes hatin binçavkirin. -
Herêma Kolnê ji hilbijartinê re amade ye
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li derveyî welat dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê ji 8'ê Cotmehê û pê ve dengê xwe bi kar bînin. Mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê ji bo hilbijartinên 1'e Mijdarê jî li 13 navendên Elmanyayê sindoq bên danîn. -
Li Rojavayê Fransayê dengvedana HDP'ê
Di panela hilbijartinê ya li bajarê Rennesê de hat destnîşankirin, ku HDP wê li rojavayê Fransayê bibe partiya yekemîn. -
Çete bi topan êrîşî Şêxmeqsûd dikin
Komên çete yên El-Nusra careke din Taxa Şêxmeqsûd bi çekên giran topbaran dikin. -
Gerîlayê HPG’ê Balikçi ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Resûl Balikçi (Cîlo Kop) ê li Dêrsimê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li bajaroka Neynîk a girêdayî Kopê ji aliyê deh hezaran ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Erdogan li Brukselê hat protestokirin
Li paytexta Belçîka Brukselê, di saetên ku Serokkomarê Tirkiyeyê R.Tayyîp Erdogan li Yekîtiya Ewropayê hevdîtin dikir, çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. -
Otopsiya Bîrlîk înfaz piştrast kir
Leşkerên Tirk piştî Haci Lokman Bîrlîk înfaz kirin cenazeyê wî li pey wesayîteke zirxî girêdan û bi erdê qaş kirin, li gor girteka otopsiyê di laşê Bîrlîk de cihê 28 guleyan heye. -
Li Stenbolê 27 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin - HAT NÛKIRIN
Li Stenbolê 2'yê Cotmehê di operasyonê qirkirina siyasî de 51 kes hatibûn binçavkirin û 27 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di nav kesên ji dadgehê re hatin sewqkirin Edîtora Ozgur Gundemê Hîcran Urun jî heye. -
Êrîşên çeteyên El-Nusra yên li hember Şêxmeqsûd didomin
Çeteyên Cebhet El-Nusra û alîgirên wan êrîşên xwe li dijî welatiyên Taxa Şêxmeqsûd didomînin. -
Li hember şerê Qesrê xweparastina ciwanan
Çeteyên Qesrê li Taxa Dîcleyê ya Şirnexê sivîl qetil kirin, ji bo protestokirina wê, 3’ê Cotmehê saet nêzî 22.00’an li hember wesayîta zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê ya molotofê hate lidarxistin. -
Arîn Mîrxan bi çalakiya xwe cîhan hejand
Bi munasebeta yekemîn salvegera şehadeta Arîn Mîrxan a 5’ê Cotmeha 2015’an bi çalakiyeke fedayî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, Koordînasyona Rêxistina Yekîtiya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Bîrlîk îşkenceya li hember cenazeyê bûrayê xwe bir Meclîsê
Parlamentera HDP’ê Bîrlîk, qetilkirin û îşkenceya li ser cenazeyê birayê hevserê xwe Haci Bîrlîk xist rojeva Meclîsê. -
Ji rewşenbîr û hunermendan kampanyaya ‘Dengên me ji HDP’ê re’
Gelek akademîsyen, nivîskar, û parêzvanên mafên mirovan gotin, “Dengên me ji HDP’ê re”. -
Demîrtaş: Bifikirin bê wê çi bi zindiyan bikin!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, der barê îşkenceya li cenazeyê Haci Bîrlîk hat kirin de got, "Yên ku vî tiştî bi miriyan dikin, bifikirin bê wê çi bînin serê zindiyan." -
'Rewşa Awarte' ya li Colemêrgê hat dorfirehkirin!
Li Colemêrgê, li "Herêmên Taybet ên Ewlekariyê" yên nû hatin zêdekirin. Walîtiya Colemêrgê, gelek herêmên Gever û Şemzînanê, ji 5 heta 20'ê Cotmehê li derketin û derketina sivîlan qedexe kir.