Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyekî nivîskî binçavkirina siyasetmedar Yuksel Koç şermezar kir ku di saetên siharê de li mala xwe ya li Bremenê bi serdegirtinê hat binçavkirin.
Di daxuyaniya KON-MED’ê de wiha hate gotin: “Li Tirkiyeyê her ku meseleya Kurd ber bi çareseriyê ve diçe, li Elmanyayê zextên li ser Kurdan zêde dibe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de Banga Aşitî û Civaka Demokratîk kir. Wezareta Karên Derve ya Federal daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd bi kêfxweşî pêşwazî kir. Piştre li ser vê bangê PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn kom kir û fesihkirina xwe ji bo raya giştî ragihand. Wezareta Karên Derve ya Federal bi erênî bersiv da biryarên kongreya PKK’ê jî.
Kurdan di şexsê PKK’ê de ragihandin ku ew alîgirê aştî û civaka demokratîk in. Lê ewil Navenda Civaka Kurd a Bremenê bi awayekî kêfî rastî êrîşa polîsasn hat, niha jî rûyê nas ê civaka Kurd Yuksel Koç hate girtin.
Em bang li burokrasiya Karên Hundir û Edaletê ya Elmanyayê dikin; dev ji krîmînalîzekirina civaka Kurd berdin. KCDK-E û komaleyên girêdayî wê li gorî qanûnên welatê ku lê ne xebatê dikin.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê divê Elmanya jî gavê biavêje. Divê siyasetmedarên Kurd ên girtî werin berdan û nîjadperestiya li dijî Kurdan bi dawî bibe.
Em bang li dostên xwe yên Elman dikin;
Em Kurd bi salan in li Elmanyayê jiyan dikin, lê rastî pratîk û polîtîkaya cihêkirina sîstematîk a dewletê tên. Ger hûn îro li hemberî pêkanînên li dijî Kurdan bêdeng bimînin, heman sîstem wê sibê ji bo ku hûn dengekî cuda derdixin we bike hedef. Li hemberî pratîk û polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdan bêdeng nemînin.
Banga me ji bo civaka Kurd a li Bremenê; Duh Kadrî Saka, îro Yuksel Koç, sibê jî kesek din wê bibe hedefa pratîk û polîtîkaya li dijî Kurdan. Ji ber vê yekê divê dengê xwe bilind bikin, pêkanînên kêfî protesto bikin. Em bang li civaka Kurd a Bremenê, her kesên alîgirê azadî, wekhevî û demokrasiyê û rêxistinên derdor dikin ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê bibin ku em ê 21’ê Gulanê di saet 14:00’an de li Bremen Marktplatzê li dar bixin.”