YPG: 9 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê êrîşî Çiyayê Kizwanan û Taxa Şêxmeqsûd dikin, şervanên YPG û YPJ’ê derbeyên giran li wan xistin.

Girêdayî rewşa şer a dawî li herêmên derdora Çiyayê Kizwanan û Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

HESEKÊ

“Çeteyên DAIŞ’ê duh saetên sibehê li hemberî Çiyayê Kizwanan êrîşek pêk anîn. Li hemberî êrîşa çeteyan a li dijî nuqteyên hêzên me yên li qûntarên li başûrê Çiyayê Kizwanan, bersivên tund hatin dayîn. Piştî pevçûnên demkurt, komên çete neçar man ji qadê birevin. Di van pevçûnan de bi qasî hatiye zelalkirin 5 çete hatine kuştin, 3 cenazeyên çeteyan jî ketine destê şervanên me.

Hêzên me duh li gundên Bediî û Cefar ên li başûrê bajarê Hesekê tevgera çeteyan tespît kirin û li hemberî wan çalakiyek li dar xistin. Hêzên me, çeteyên ku dixwestin li ser rêyên ku welatiyên sivîl bikar tînin mayînan deynin, hedef girtin. Hêzên me, mayînên çeteyan bêbandor kirin û li vir panzerek çeteyan bi dest xistin. Şervanên me di nava panzerê de rextekî xwekujiyê, 13 mayînên bi destan hatine çêkirin û hin alavên leşkerî bi dest xistin.

HELEB

Şervanên me bersivên tund didin êrîşên çeteyên El-Nusra. Hêzên me 26’ê Îlonê, komeke çeteyan a nêzî Pira Cendûl a Helebê hedef girtin. Di vê çalakiyê de wesayîteke leşkerî ya çeteyan hate rûxandin û 4 çete jî hatin kuştin.

Komên çete ku nikarin li hemberî hêzên me serweriya xwe çebikin, li hemberî cihên sivîl bi hawanan êrîş dikin. Êrîşên li hemberî herêma Sika Bostan û Cendûl ên Helebê ev 4 roj in berdewam dikin, şevê din jî êrîşên xwe domandin.”