Kaytan û Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn.
Ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn. Bîranîn li eywana Tewar bi tevlîbûna malbatên şehîdan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan û gelek welatiyan hat lidarxistin. Li cihê bîranînê wêneyê Rêber Apo, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin danîn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Dû re li cihê ku wêneyê şehîdan heye fînd hatin vêxistin.
Di bîranînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehab Ehmed axivî. Ehmed ewilî xêrhatina hemû beşdaran kir û hemû Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî. Ehmed got ku têkoşîna şehîdan ew gihandine roja îro û ev tişt got: “Bi têkoşîna şehîdan gelek ji tinebûnê hate avakirin. Divê em hîn xurtir xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”
Piştre li ser jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dokumanterek hat pêşandan. Piştî dokumanterê bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Dû re siyasetmedar Tara Husên axivî û şehîdên doza Azadiya Kurdistanê bi bîr anî.
Siyasetvan Mihemed Emîn Pênciwênî jî axivî û behsa bîranînê xwe yên bi şehîdan re kir. Pênciwênî got ku şehîd meşale û çiraya rêya me ne.
Bîranîn bi dirûmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.