KCDK-E’yê bang li dewleta Elmanyayê kir ku dawî li krîmînalîzasyonê bîne
KCDK-E’yê binçavkirina siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç şermezar kir û bang li dewleta Elmanyayê kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzasyona Kurdan bîne.
KCDK-E’yê binçavkirina siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç şermezar kir û bang li dewleta Elmanyayê kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzasyona Kurdan bîne.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) bi daxuyaniyekî nivîskî bang li dewleta Elmanyayê kir ku girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê bên berdan û dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzasyona Kurdan bîne.
Di daxuyaniya KCDK-E’yê de wiha hate gotin: “Kongreya 12’emîn a PKK’ê ku bi gavên şênber bersiv da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyekî nû da destpêkirin. Di serî de Elmanya gelek dewlet û Neteweyên Yekbûyî vê gavê silav kirin. Hikûmeta Elmanyayê daxuyaniya 27’ê Sibatê di asta herî pêş de silav kir û diyar kir ku amade ye ku piştgirî bide.
Lê îro Endamê Rêveberiya KCDK-E’yê Yuksel Koç ku di siyaseta Kurd a Ewropayê de salên dirêj rêvebertî kiriye û ji aliyê Kurd û dostên wan ve tê nasîn û hezkirin, li mala xwe ya li Bremenê piştî lêgerîna 4 saetan hate girtin û ew birin Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a li Karlsruhe.
Ev girtin bi hinceta qedexeya PKK’ê ya dewleta Elmanyayê pêk hatiye. Lê girtina kesekî wiha ku di vê astê de tê nansîn û di rêxistinên sîwan ên Kurd de serokatî û hevserokatî kiriye di demekî wiha de ku tevgera azadiya Kurd li Tirkiyeyê ji bo aştiyê berpirsyariya dîrokî girtiye ser milê xwe, tê wateya ku Elmanya di siyaseta xwe ya li dijî Kurdan de serdemekî nû îfade dike.
Girtina Yuksel Koç bêguman bi taybetî Elmanya û Ewropayê ji bo siyaseta Kurd peyameke "ne aştî” israra şer e. Lê belê, hikûmeta Elmanya hem daxuyaniya Rêber Apo ya 27'ê Sibatê û hem jî daxuyaniya PKK’ê ya 12’ê Gulanê ya ji bo fesixkirina PKK’ê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî silav kiribû. Yuksel Koç, mîna 1.5 milyon Kurdên li Elmanyayê dijîn, kesek e ku ji bo bicihanîna gavên ku Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ji bo aştiyê avêtine têdikoşe.
KCDK-E vê gava dewleta Elman ku wekî li dijî aştiyê tê hesibandin şermezar dike û em bi Yuksel Koç re daxwaza serbestberdana hemû girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê dikin.
Weke KCDK-E, em bang li dewleta Elmanyayê dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina Kurdan bîne û dawî li kiryarên xwe yên li dijî gelê Kurd bîne."