HDP li Parîsê bi ruhê seferbertiyê wê xwe amade bike

Li Parîsê bi tevlîbûna parlamenterên HDP’ê, civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de hat xwestin ku bi ruhê seferbertiyê xwe ji hilbijartinan re amade bikin.

Li Dergeha Elewiyan a Pîr Sultan a li Parîsê, ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de parlamenterên HDP’ê Çîlem Oz û Mehmet Adiyaman, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Fransa û nûnerên FEDA amade bûn.

'LI HEMBER AKP Û ERDOGAN EM Ê AŞTIYÊ QÎR BIKIN'

Wekîlên HDP'yî di axaftinên xwe de bal kişandin ser atmosfera şer a AKP’ê li Kurdistanê ava kiriye û destnîşan kirin ku wê di vê atmosferê de hilbijartin pêk bê. Wekîlan wek berpirsyarê atmosfera şer a heyî AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan nîşan dan û gotin: “Di 1’ê Mijdarê de li hember sorkirina şer em ê aştiyê qîr bikin.”

'PÊWÎST E HER KES TEVLÎ XEBATAN BIBE'

Di civînê de hat diyarkirin ku divê Elewiyên li Ewropayê dijîn bi xurtî xwedî li pêvajoyê derkevin û rolekî girîng bigirin ser milê xwe. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Ewropayê di tevahiya pêvajoya dengdanê de pêwîst e hemû hêzên çep, sosyalîst û şoreşger bi ruhê seferbertiyê tevbigerin û pêşketineke bihêz bikin. Heta 25’ê Cotmehê roja dengdayîn bi dawî dibe divê her kes tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bibe.”