Li Nancy panela hilbijartinê
Li Nancy, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê panelek lidar xist.
Li Nancy, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê panelek lidar xist.
Li bajarê Fransay Nancy, Komîsyona HDP'ê ya hilbijartinê panelek lidar xist. Di panelê de polîtîkayên AKP'ê yên qetlîamker hatin şermezarkirin û hat destnîşan kirin ku divê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji sedî sed deng ji HDP'ê re were dayîn.
Di panela ku Parlamentera HDP'ê ya Mersînê Çîlem Oz weke qiseker beşdar bû de, endamên NAKE, AKM, Ked û Partîzan, alîgirên rêxistina avakirinê û welatparêz amade bûn. Oz diyar kir ku divê aliyê Elewîtiyê yê li dijî zilmê nirxên mirovahiyê diparêze bê jiyîn û got, "Li hemberî barbariya AKP'ê divê piştgirî û berxwedana gelan bê mezinkirin."
MELE: AKP JI ALIYÊ EXLAQÎ VE TÊK ÇÛYE
Du meleyên beşdarî panelê bûn jî, êrîşên hêzên ewlekariyê li hemberî goristanan, mizgeft û mala cem ên bi fermana AKP'ê hatin kirin, lanet kirin. Meleyan gotin, "AKP ji aliyê exlaqî ve têk çûye."
Li ser navê Navenda Çandê ya Elewiyan Mansûr Çadîr jî li hemberî zext û dizîtiya AKP'ê banga hişyariyê kirin.
'DIVÊ DENG JI SEDÎ SED BÊN BIKARANÎN'
Huseyîn Bîrdemîr jî li ser navê Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Nancy peyivî û got, "Li hemberî şer û provokasyonên li welatê me tên kirin divê her kes bêhtir ji bo hilbijartinan bixebitin, destekê bidin berxwedana ji bo aştiyê û her kes ji sedî sed dengê xwe bi kar bînin, bidin HDP'ê."
Panela ku bi qasî 250 kes lê amade bûn, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.