Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna koma partiya xwe ya heftane de bûyerên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser salvegera qirkirina Çerkesan û kesên di koçberiya bi darê zorê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Tulay Hatîmogûllari, banga hevrûbûna bi qirkirinê re kir. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê jî û got: “Em ê tu caran dev ji vê rêya edaletê bernedin.”
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Banga hatiye kirin; banga sedsalê ye. Rûpeleke pir girîng a dîrokê ye. Ev bang, ji bo bidawîkirina şerê 50 sal in li welatê me didome bi dawî bibe, firsendeke bêhempa ye. PKK’ê di 12’ê Gulanê de biryarên kongreyê ragihand û serdemek girt û serdemeke nû da destpêkirin. Daxuyaniya PKK’ê ya 12’ê Gulanê mîladeke. Ji bo demokratîkbûn û aştiyê biryareke pir girîng e. Ev, ji bo tevahiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn şenseke. Niha her kes van pirsan dike; gelo dê Tirkiye demokratî bibe? Gelo dê nasname û baweriyên cuda wekhev û azad bijîn? Bêguman bersivandina van pirsan, çareserî bi xwe ye.
Ji bo dîtina van bersivan jî divê em bêhtir bên cem hev. Heke em deriyê çareserî, aştî û demokrasiyê heta dawiyê vekin, em ê bersiva van pirsan bêhtir bibînin. Êdî li pêşiya gavên bi hinceta tundî û pevçûnan hatibûn taloqkirin û nehatibûn avêtin, tu astengî neman. Hikûmet, divê ji bo pêşeroja 86 milyon hemwelatiyên me gavên pratîkî biavêje. Divê gavên hiqûqî, siyasî û çandî biavêje. Divê Tirkiye teqez ji aqilê klasîk ê ewlehîperestiyê rizgar bibe. Niğha, dema avakirina aştiyeke birûmet e.
Dema li welatekî hevpar avakirina jiyaneke wekhev û avakirina Komara Demokratîk e. Wexta em winda bikin tune ye. Dema aştiyê ye. Dema demokrasiyê ye. Dema edaletê ye.
Bi rastî jî ji ber ku em li ser aştî û çareseriyê diaxivin, gelek keyfxweş in. Lê li rexa din gelê me birçî û ne keyfxweş e. Kesekî gel difikire tune ye. Ji ber ku îktîdareke gel difikire tune ye. Binêrin, ev 2 sal in bernameya Şîmşek di meriyetê de ye. Her tim heman tiştan dikin û li benda encamên cuda ne. Lê her carê encamên xerabtir bi dest dixin. Gel, ji ber birçîtî û xizaniyê perîşe ye. Bi pêvajoya aştiyê re têkildarî aboriyê pêdiviya me bi gotinên nû heye. Divê em van gotinan bêhtir bi cisaret bikin. Bedela şer, em bi biçûkbûna pariyê nanê xwe, bi xizantiyê didin. Herî dawî Cîgirê Serokkomar lêçûnên vê pêvajoyê weke 2 trîlyon dolar aşkera kir. Ev, reqemeke pir zêde ye. Heke ev pereye ji ber polîtîkayên şer ji ÎHA, SÎHA û guleyan re nehatibûya xerckirin; heke li dijî xizaniya karker û kedkaran bihata xerckirin, niha me ev birçîtî û xizanî nedijiya. Binêrin, tenê di nava çar mehan de ji bo faîzê 725 milyar lîre hatiye dayin. Weke DEM Partiyê em dibêjin ku tenê aştî dikare aboriyê rizgar bike.
Binêrin; ev bû salek ku hêj jî biryara bihincet a der heqê hevalên me yên ji Doza Kompasê ya Kobanê girtî nehatine nivîsandin. Em li bendê ne. Girtî jî li bendê ne. Di şexsê wan de em silav û hezkirinên xwe ji hemû girtiyên siyasî re dişînin.
Gelên me yên hêja; birêz Erdogan got; ‘Ez piştgiriyê didim pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.’ Ev gelek girîng e. Partiyên li Meclisê jî piştgiriyeke xurt didin. Ev jî gelek girîng e. Dema wê ye ku meqamên qanûndanînê, rêveberî û darazê gotinên xwe derbasî pratîkê bikin.
Weke ku birêz Ocalan jî di peyama xwe ya kin de anîbû ziman; ji bo aştiyeke mayinde û baş hewceye em kedeke mezin bidin. Li ser van geşedanan, me cara çaremîn dest bi serdanên partiyên siyasî kir. Me duh bi partiyên DEVA û Saadetê re û îro jî dê biçin serdana CHP û Partiya Yenîden Refahê. Piştre jî em ê biçin serdana AKP, MHP û partiyên din. Di van serdanan de em têkildarî aştiyê li ser projeksiyoneke zelal hevdîtinan dikin. Têkildarî girîngiya rola Meclisê em hevdîtinên berhemdar dikin. Em, pêşniyara birêz Bahçelî ya ji bo komîsyonê pir girîng dibînin. Navnîşana pêvajoya çareseriyê ya nû, Meclis e.
Ji bo ev komîsyon zû û bibandor bixebite, hewceye biryarên hevpar bên dayin û li ser zemîneke qanûnî jî bikevin meriyetê. Ev komîsyon hem ji bo zemîneke qanûnî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hem jî ji bo şopandina pêvajoya pêş û şahidiya wê dikare bibe. Ji bo aştî û demokratîkbûnê gelên Tirkiyeyê amade ne, mercên navneteweyî û herêmî amade ne. Rewşenbîr, nivîskar, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên mafan û hwd. dikarin bên cem hev. Ji bo em bi hev re xurtir daxwaza aştiyê bikin û civakî bikin, erk û berpirsyartiyên mezin dikevin ser milê me tevan. Binêrin, em dikarin platformên mutebeqetên civakî ji herêman ber bi navendan ve ava bikin.
Ez dixwazim li vir bangî Serokê Meclisê birêz Nûman Kurtulmuş jî bikim; birêz Serokê Meclisê, heke hûn bixwazin dikarin Meclisê veguherînin agoraya aştiyê. Hûn dikarin malovaniya lûtkeya çareseriyê bikin. Ji bo aştî û demokrasiya Tirkiyeyê hûn dikarin gavên pir girîng biavêjin. Ev lûtkeya çareseriyê dikare rêya sedsala duyemîn a Tirkiyeyê xêz bike û hêviyê bide gelên Tirkiyeyê.”