ROJANE
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li koma xwe ya meclîsê axivî û got, "Dema avakirina welatê hevpar, jiyana wekhev û tacrîdarkirina wê bi Komara Demokratîk e. Dema demokrasiyê ye, dema edaletê ye."
Rêber Apo: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwişk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye. Wesfa têkiliyên Tirk-Kurdan pir cuda ne, tişta xera bûyî jî têkiliya xwişk-biratiyê ye.”
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo dîtina Rêber Apo ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.
Mûstafa Karasû, diyar kir ku ti carî Kaytan tevî ku bêhtir hilberîn dikir jî helwestek ku dixwaze ‘li pêş be’ raber nekiriye û got ku fikrên xwe weke fikreke hevpar a hevrêyên xwe nîşan da.
Li Dersimê beriya meşa ku ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatî kirin, dorpêça li ser Qada Seyîd Riza di encama berxwedanê de hate rakirin û bi hezaran kes ber bi qadê ve meşiyan.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
'Wê nikaribin me bêdeng bikin'
Xebatkarên DÎHA'yê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî çapemeniya azad dan û destnîşan kir ku ew ê rastiyan her binivîsînin.
-
-
-
Dibe ku li Marsê av hebe
Li gorî aganîza daneyên ji aliyê maşîna fezayî Mars Reconnaissance Orbiter (MRO) a ji Marsê re hat şandin, dibetiya hebûna ava diherike ya li gersterêka sor, gelekî zêde ye.
-
Heyeta HDP'ê li KE hevdîtinên girîng kir
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Demîrtaş, li Ewropayê hevdîtinên girîng kir. Seroka MPKE Brasseûr diyar kir ku ew ji rêveçûna li Tirkiyeyê bi fikar in û Komîserê Mafên Mirovan ê KE Mûîznîeks jî xwest agirbesta dualî bê ragihandin.
-
-
-
-
Demîrtaş: Ewropa HDP'ê dişopîne û destek dike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku saziyên Ewropayê wer difikirin ku Erdogan ji bo ji pevçûnan qezenceke siyasî bi dest bixe ‘mase qulipandiye’ û diyar kir ku di mijara ewlekariya hilbijartinan de jî gumanên wan hene.
-
-
HDP: AKP hiqûqa şer li ser gel ferz dike
HDP'ê binpêkirinên mafên mirovan ên meha Îlonê aşkera kir. Meral Daniş Beştaş a HDP'yî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hiqûqa şer li hemberî gel ferz dike û bang li dadgerî û saziyên cemaweriyê kir.
-
-
-
-
Yê fermana qetilkirina Medenî Yildirim da nehat cezakirin
Di gilînameya li ser qetilkirina Medenî Yildirim hat amadekirin de, hat xwestin ku leşkerê kuştiye bi 18 salan bê cezakirin. Lê belê Fermandarê Jendermeyan Mûstafa Ozturk ê mukur hat ku wî fermana kuştinê daye, di gilînameyê de cih negirt.
-
-
Daxwaza malbata şehîdê Rojava Guler dîsa nehat qebûlkirin
Parêzer û malbata fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, ji bo destûra anîna cenaze, cara duyemîn serî li Qeymeqamiya Pirsûsê dan. Lê belê serlêdan dîsa hat redkirin.
-
Yîgîtalp: Mirov dimirin, ev têra we nake?
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Sîbel Yîgîtalp got, "Êrîşên bi îlanên qedexeya derketina derve re destpê kirin, rê li ber mirinan vedikin. Ne girîng e mirov çawa mirine. Mirov dimirin. Ji bo bidawîbûna şer, gelo ev ne sedemeke têrker e?"
-
Dorpêçî û berxwedana li sê navçeyan didomin
Li Lice û Elkê terora dewletê dewam dike. Li Bismilê, ji bo Elîf Şîmşek (8) a ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, esnafan dikan venekirin. Cenazeyê Şîmşek ji bo were veşartin, ber bi gundê Kopeklî ve hat şandin.
-
-
-