ROJANE
Hemû Nûçe
-
Zana: Wê careke din winda bikin!
Parlamenter Zana di çalakiya destekkirina HDP'ê ya li Marsîlyayê de, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP û Erdogan da û destnîşan kir, ku di 1'ê Mijdarê de wê desthilatdarî careke din têk biçe. -
Li dijî avahiya HDP'ê êrîşa çekdarî
Li dijî avahiya HDP'ê ya navçeya Bûcayê, duh bi şev êrîşeke çekdarî hat kirin. -
Bi hezaran kes wê bêjin 'Erdogan tu bi xêr nehatiye Strasboûrgê'
Serokkomarê Tirk Erdogan ê ji bo destekê ji polîtîkayên xwe yên şer û AKP'ê bixwaze sibe were Strasboûrgê, wê were şermezarkirin. Bi hezaran kes wê bi dirûşma 'Erdogan tu bi xêr nehatiye Strasboûrgê' mîtîngeke mezin lidar xistin. -
Qirkirina siyasî mezin dibe: Gelek kes hatin girtin û binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de îro jî gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Şerîfe Erbay: Ji Pirsûsê bi saxî filitîm, ji bo edaletê namzet im
Şerîfe Erbay a bi birîndarî ji komkujiya Pirsûsê rizgar bû, ji HDP'ê bû namzetê parlamenteriyê. Erbay got, "Ji Pirsûsê bi saxî filitîm, min hevrêyên xwe winda kir. Xewn û xeyalên me nîvco man. Niha ji bo edaletê, ji bo aştiyê namzet im." -
Li Dûîsbûrgê seferberiya hilbijartinê
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bi ruhê seferberiyê didomîne. -
Di vîrûsa HÎV de valahiyek hat tespîtkirin
Vîrûsa AÎDS'ê ku beriya niha bi 30 salan ji aliyê Enstîtuya Pasteûr a Parîsê ve hat keşifkirin, tevî xebatên berfireh ên biyolojiya molekulan jî, hînê xwedî gelek nepeniyan e. -
Rosîda Koyûncû yê tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bû ji kar hat avêtin
Nivîskarê pirtûka 'VoltaÇark: Hapîste LGBTÎ Olmak' Rosîda Koyûncû, derket holê ku ji ber tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bûye, ji Navenda Tenduristiya Malbatê ya Tophane ku weke sekreterê tibî dixebitî, hatiye avêtin. -
Onder: Cerdevanî ji aliyê aborî û civakî ve maliyeteke zêde ye
Doç. Dr. Alk. Mehmet Seyman Onder ê li ser cerdevanan lêkolînê dike anî ziman, ku nepêkane bi carekê ve çek û mehaneyên bi qasî 83 hezar cerdevanan, ji wan bên stendin. -
YPG’ê derbeyên giran li çeteyên êrîşî Şêxmeqsûdê kirin, xistin
Hêzên YPG/YPJ’ê li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku ji 22’yê Îlonê ve rastî êrîşa çeteyên El-Nusra tê, derbeyên giran li çeteyan xistin. -
‘Operasyonên qirkirina siyasî vala ne, em serî natewînin’
Di pêşengiya Rêveberiya Bajêr a HDK’ê û Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê de bi sedan kesên li ber Qada Galatasaray kom bûn, operasyonên qirkirina siyasî yên li hember HDP’ê protesto kirin. -
4 sivîl li Taxa Şêxmeqsûd birîndar bûn
Di êrîşa çeteyên El-Nusra ya li ser Taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 4 welatiyên sivîl birîndar bûn. -
Jin li Swêd ji bo Nisêbînê ketin nav hewldanan
Jinên Kurdistanî yên li navçeya Soderhamn a li herêma Dalarna ya Swêd, ji bo rayedarên Swêdî li hember êrîşên hikûmeta AKP’ê bixin nav tevgerê, bi Şaredarê Soderhamn Sven Erîk Lîndestam re hevdîtin pêk anîn. -
Tê payîn ku sala 2015’an ji ser Derya Spî 700 hezar koçber bên Ewropa
Nûnertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, texmîn dike ku heta dawiya vê salê ji ser Derya Spî re 700 hezar koçber û penaber bên Ewropayê. Tê texmînkirin ku di sala 2016’an de jî evqas koçber bên Ewropa. -
Li Qersê ji bo du herêman ‘Herêmên ewlekariyê’
Walîtiya Qersê ji bo hin herêmên li navçeyên Qamuşan û Qaxizmanê "herêma ewlehiyê ya leşkerî" îlan kir. -
YPG: Gotinên fermandarê me hatine guhertin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku malpera bi navê Sputnik, di nûçeya xwe ya li ser navê Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo daye de, gotinên Hemo guhertine. -
Hêzên dewletê li Farqînê 2 zarok qetil kirin, berxwedana gel didome
Polîsên Tirk li Farqînê 2 kes qetilkirin û gelek kes birîndar kirin. Girseya gel û rêveberiyên herêmî xwestin birîndaran rakin, lê hatin astengkirin. Tevî terora dewletê, li navçeyê berxwedana gel didome. -
HDP'ê namzetên xwe da nasandin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dirûşma "Mirovahiya mezin, aştiya mezin" xwe ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê amade dike, bi civînek li Enqereyê, namzetên xwe da nasandin. -
Di servîsa Tirkî ya ANF'ê de pirsgirêka teknîkî
Ji ber pirsgirêkên teknîkî yên di servîsa Tirkî ya ANF'ê de, malpera me niha venabe. Ji bo şopandina nûçeyên ANF Tirkî, hûn dikarin vê navnîşanî "http://ajansafirat.blogspot.nl/" ziyaret bikin. -
Ji Ewropayê heyetek ji 15 kesan diçe Cizîrê
Heyetek ji Ewropayê, wê Cizîr û bajarên din ên derketina derve lê hat qedexekirin, ziyaret bike. -
Huda Kaya: Gelê Kurd ji bo mirovahiyê têdikoşe
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya di civîna li bajarê Offenbachê de diyar kir ku AKP di bin navê ol de hewl dide gelan bê vîn bihêle. Kaya destnîşan kir ku Kurd ji bo mirovahiyê têdikoşin û banga zêdekirina rêxistinbûyîna jinê kir. -
Civîn û çalakiyên HDP'ê yên li Hollandayê wê bidomin
Di çarçoveya xebatên HDP'ê yên hilbijartinê yên li Hollanda de, komîsyon û bernameya çalakiyan diyar bûn. -
Li Stenbolê qirkirina siyasî: 39 binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Stenbolê 39 kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî kesek hat binçavkirin. -
'Li dijî terora AKP'ê em biçin ser sindoqan'
Hevserokê KCD-E Ceylan, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga çûyîna ser sindoqan û dengdayînê kir. Ceylan da xuyakirin ku AKP bi zext, zordarî û hîleyan hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle, lê wê nikaribe bi ser bikeve. -
Bernameya HDP'ê ya li derveyî welat nû bû
Bernameya HDP'ê ya li derveyî welat a ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê nû bû. Di van çalakiyan de wê parlamenter û namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê jî amade bin.