Li Sêrtê nobedê destpê kir, êrîşa leşkeran jî didome

Li Sêrtê, nobeda mertalên zindî ya li "ŞehîdGeha Resûl û Azîme" destpê kir. Li heman bajarî êrîşa leşkeran a li hemberî 'Şehîdgeha Xerzanê' didome.

Sêrtî çûn 'Şehîdgeha Şehîd Resûl û Azîme' ya li Herekolê û dest bi nobeda mertalên zindî kirin. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Hatîce Sevîptekîn û namzetên HDP'ê yên wekîliyê, nûnerên saziyan, tevî gelek welatiyan wê ji bo 3 rojan çalakiya nobedê lidar bixin. Beriya nobedê Hevserokê DBP'ê yê Sêrtê Reşît Teymur axivî û diyar kir ku hemû cîhanê rûyê şerê qirêj ê AKP'ê dîtiye û got: "AKP a ku li hemberî me şer daye destpêkirin nîşan da ku ti cudahiya wê ji çeteyên DAIŞ'ê tine ye."

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca jî diyar kir ku divê gelên Tirkiyeyê nerazîbûnên xurt nîşanî êrîşên li hemberî gelê kurd tê meşandin bidin û ev tişt anî ziman: "Ew çiqasî êrîşî me dikin bila bikin em ê her tim xwedî li goristan û hevrêyên xwe derkevin. Îro ew êrîşî me dikin û wê roj were li bin vê faşîzma AKP'ê de gelê tirk jî bieciqe. Bendewariya me ji gelê Tirk ew e ku derkevin kolanan û ji vê faşîzma AKP'ê re bibêje êdî bes e."

Aktîvîsta Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Hediye Suçîn jî ev tişt anî ziman: "Ew ji şehîd û hestiyên me ditirsin. Divê ti kes li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne." Girseya gel piştî axaftinan dest bi nobedê kir.

ÊRÎŞA LI HEMBERÎ 'ŞEHÎDGEHA XERZANÊ' DIDOME

Li aliyê din, êrîşa bi sedan leşkerên Tirk a bi wesayîtên zirxî li hemberî 'Şehîdgeha Xerzanê' ya li gundê Olekê, ku 10 kîlometre dûrî navenda Bedlîsê ye, didome. Hat ragihandin, piştî keşfa bi pêgerên hewayî yên bêmirov, balafirên şer û helîkopteran saet di 03:30 ê ber destê sibehê qada goristanê bombe kirine. Li gorî agahiyan, hemû rêyên ber bi aliyê goristanê ve bi wesayîtên zirxî hatine girtin û li gundên derdora goristanê, mi hoperalorên mizgeftê hişyarî li gel tê kirin ku dernekeve derve. Li pêşiya gundê Xumaç ê Bedlîsê jî leşkeran rê birîn. Gelê herêmê ragihand ku ewlekariya jiyana wan nîne. Li herêmê xetên telefonê jî qut bûne.