Qeymeqamê Elkê wekîlên HDP'yî hedef nîşan da

Qeymeqamê Elkê Guntepe, siyasetmedarên HDP'yî hedef nîşan da. Ji wekîlên HDP'yî Sariyildiz û Encu jî bi bîrxistina qetlîamkeriya dewletê re bersiv dan qeymeqam.

Qeymeqamê Elkê Kadîr Guntepe, di ser hesabê xwe yê twitterê re Hevserok û wekîlên HDP'yî hedef nîşan da. Parlamenterên HDP'yî jî bersiv dan Guntepe.

BI 'ŞEWITANDIN, HILWEŞANDIN Û GULEREŞANDINÊ' RE SIYASETMEDAR SÛCDAR KIR

Qeymeqam Guntepe, li navçeya ku terora dewletê lê tê meşandin û sivîl ji aliyê dewletê ve lê hatine qetilkirin, hin wêne weşand û bi vî rengî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Cîgira Hevserokên Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û parlamenter Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu hedef nîşan da. Guntepe di mesaja xwe de ji bo siyasetmedaran ev gotin bi kar anî: "Vaye biratiya we! Bi sedan roket û bi hezaran fîşekên li lojmana min hatine xistin! Ev têkoşîn di navbera artêşa îmanê TSK û emniyetê û artêşa kufrê PKK'ê de têkoşîna maf-bêbaweriyê ye. Em ê nedin parçekirin."

Guntepe di dewama mesaja xwe de navên siyasetmedarên HDP'yî nivîsand û got, "Hûn çiqasî bişewitînin, çiqasî xera bikin, çiqasî gulereşandinê bikin jî em ê nedin parçekirin ûlan."

SARIYILDIZ: EGER CESARETA TE HEBE WERE EM LI NAVA KOLANAN BIGERIN!

Parlamenterên HDP'ê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu jî nerazîbûn nîşanî Guntepe dan. Sariyildiz ji Guntepe re got, "Li navçeya ku tu lê qeymeqam e, ji hejmara mirovên sivîl bêhtir leşker û polîs hatine bicihkirin. Qeyda dîmenên kamera nîşan bide. Naxwe; li gorî te polîs dikare bi her awayî terorê bike?" Sariyildiz her wiha ev bang li qeymeqam kir: "Eger tu diwêre were! Were em bi hev re li nava kolanên Elkê bigerin. Em bigerin û bibînin gelo wê welatiyekî bi tenê duayeke xêrê ji te re bike."

Encu jî got, "Yên ku malên sivîlan dişewitînin hûn in, yên ku mizgeftê dişewitîne hûn in, yên ku 4 sivîl qetil kirin hûn in, yên ku bajar dorpêç kirine hûn in! Û tu radibe ji me hesap dipirse?"