Li Sûrê jî sindoqan radikin

Li Sûrê jî, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ragihand ku sinqoên hilbijartinê yên li 6 dibistanên li 9 taxan, ji ber hinceta 'ewlekariyê' wê neyê danîn.

Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Amed Sûrê, li ser serlêdana Qeymeqamiyê biryar da ku li hin herêmên navçeya Sûrê, ji ber hinceta 'ewlekariyê' wê sindoq neyên danîn. Serokatiyê 57 sindoqên li taxên Cemal Yilmaz, Suleyman Nazîf, Alî Paşa, Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîh Paşa, Savaş, Hasirli û Îskender Paşa, li dibistana navîn a Îmam Hatîp a Alparslan, dibistana seretayî ya Ziya Gokalp, lîseya Melîk Ahmet û dibistana navîn a Tevfîk Fîkret ên li taxên cuda yên navçeyê werin danîn.

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sûrê jî ragihand ku ew ê li dijî vê biryarê derkevin.