ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi celadê Pirsûsê re bi rojan li rû hev ma
Dokûmantera "Amara Suruç" a Derhêner Garîp Çelîk, ku di dema amadekirina wê de dîmenê êrîşkarê bombeyî Şeyh Abdurrhamn Alagoz ê di nava girseyê de hat dîtin, wê destpêkê li Stenbolê bê nîşandan. -
Amîrê tîmên taybet gefa kuştinê li wekîl Aydogan û yên pê re xwar
Li navçeya Amed Farqînê, amîrekî tevgera taybet, gef li parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan û Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek xwar û diyar kir ku eger ew cihê lê ne neterikînin, ew ê wan bikujin. -
Li Hambûrgê panela hilbijartinê
Di çarçoveya bernameya hilbijartinê ya derveyî welat a HDP'ê de, bi beşdariya parlamenterê Stenbolê Tûrgût Oker roja Şemiyê li bajarê Elmanya Hambûrgê panelek hat lidarxistin. -
Çeteyên li Çiyayê Kizwanan têk çûn, komkujî kirin
Hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê piştî têkçûna xwe ya li Çiyayê Kizwanan, li gundên Hemdaniye û Hedadiye yên ser bi navçeyên Şeddadî û Îreşa gelek sivîl girtine û hin ji wan qetil kirine. -
Polîsan mala malbata Sonmez ê qetil kirin, ji xwe re kirin qereqol!
Polîsên tevgera taybet ên ku li Nisêbînê Ahmet Sonmez qetil kirin, avêtin ser mala bav û birayê wî lê dijîn û mal ji xwe re kirine qereqol. -
Sarisuluk: Namzetê HDP'ê me, ji ber ku Gezî HDP ye
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê kekê şehîdê Gezî Ethem Sarisuluk, Mûstafa Sarisuluk ê dibêje "Gezî HDP ye" ev bang li gelan kir: "HDP ji bo çareseriya pirsgirêkên me yên bingehîn, kilîta yekane ye. Netirsin, ji ber ku HDP her mezin dibe." -
Li Edeneyê rêveberên HDP'ê û rojnamevan hatin binçavkirin
Li Edeneyê di operasyonên bi desteka helîkopterê hat kirin de, tevî rêveberên HDP'ê û belavkara rojnameyên Azadiya Welat û Gundemê Hediye Ozbay, gelek kes hatin binçavkirin. -
Leyla Zana: Erdogan li dijî Kurdan şer îlan kir
Parlamenter Leyla Zana ya ji bo hin rêze çalakiyan li Fransayê ye, bi rêxistinên civakî yên sivîl ên Fransa û Kurdan re, daxuyaniyek da çapemeniyê. -
PGDM êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamayê (MGDM) êrîşên dewleta Tirk ên li Colemêrg, Cizîr, Farqîn, Lice, Sûr, Çelê, Şirnex û Nisêbîn ên li hemberî gelê Kurd, şermezar kir. -
Li Evry-Melûn şahiya HDP'ê
Navendên Civaka Demokratîk ên li bajarên Fransa Evry û Melûn, Meclîsa Jinê ya Şehîd Çîçek Botan û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo piştgirîdayîna HDP'ê şahiyek lidar xistin. -
Li Stockholmê buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin
Li semta Sollentûna ya paytexta Swêd Stockholmê, buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin. Buro bi merasîmek bi beşdariya Kurd, Tirkiyeyî û Elewiyan hat vekirin. -
Balafirên şer ên Tirk Qendîlê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk, herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dikin. Balafirên keşfê jî li ser cihên tên bombekirin digerin. -
Li Guatemala hezaz: 48 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Santa Catarîna Pînûla yê nêzî Guatemala City a paytexta Guatemala di hezaza ku roja Pêncşemê rû da, 48 kesan jiyana xwe ji dest dan, hê jî bi sedan kes winda ne. -
Gerîlayê HPG’ê Omer Gonul hate bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Omer Gonul (Bariş Gimgim) ê 23’ê Îlonê li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hat bîranîn. -
Gelan ji Swîsre bang kirin: Dîsa dîsa HDP dîsa dîsa aştî
Di pêşengiya Platforma Hilbijartinê ya Swîsre de, li Dreinrosenpark a li bajarê Basel ê Swîsre mîtînga, “Dîsa dîsa HDP dîsa dîsa aştî” lidar xistin. -
Li Strasbourg standa nasandina HDP’ê
Di standa ku pêkhateyên HDP’a Strasbourg li Place Kleber vekirin, belavokên Fransî û Tirkî tên belavkirin. -
Tîmên taybet welatiyên diçûn Farqînê gulebaran kirin
Welatiyên Êlihê yên ku xwestin ji bo piştgiriyê bidin gelê Farqînê yê di bin terora dewletê de ye ji aliyê tîmên taybet ve hatin gulebarankirin. -
Li Şêxmeqsûd doçka û benzînxaneyek çeteyên El-Nusra hatin rûxandin
Di encama şer û pevçûnên di navbera çeteyên El-Nusra û şervanên YPG’ê de li Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê didome. Di encamê de çeteyek hate kuştin, doçkayek û benzînxaneyek çeteyan hatin rûxandin. -
Dayikên Şemiyê hesabê malbata Tatu pirsîn
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta malbata Tatu ya di sala 1994'an de hatin windakirin pirsîn. -
YSK'ê serlêdana 'veguhestina sindoqan' red kir - HAT NÛKIRIN
Destûra Hilbijartinê ya Bilind (YSK) serlêdana "veguhastina sindoqan" ên li fermana Erdogan li bajar û navçeyên Kurdistanê pêk bihata bi dengên zêde red kir. -
Ciwanên li Baselê şeva piştevaniya bi HDP’ê re lidar xistin
Pêkhateyên ciwanan ên HDP’ê yên li Basel, şeva piştevaniya bi HDP’ê re lidar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ateş bi rêya telefonê tevlî bû. -
Hejmara kesên li Stenbolê di operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin derket 50’î
Li Stenbolê hejmara kesên di operasyona qirkirina siyasî ya ji duh sibehê ve destpê kir, hatin binçavkirin derket 50’î. -
'Li Nisêbînê ne kamp, biryargeha şer a leşkerî heye'
Parlamenterê HDP’ê Atalan, bal kişand ku bi polîtîkaya şer a AKP'ê re pêkanînên dij mirovî yên li kampa Êzidiyan didome. -
Wekîlê Swêdî: Tirkiye li dijî Kurdan û hindikayiyan sûc dike
Parlamenterê Swêdî Hannah destnîşan kir, ku Tirkiye li hemberî Kurdan û hindikayiyan sûcê li dijî mirovahiyê dike. Pêşniyarnameya Hannah a li ser mijarê wê li Parlamentera Swêdê bê nîqaşkirin. -
Yuksekdag: Em ê serketina 1'ê Mijdarê diyarî Ekîn Wan bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Danezana Hilbijartinê ya Jinan aşkera kir û diyar kir ku vîna di 7'ê Hezîranê de derket holê ji aliyê qesrê ve nehat qebûlkirin.