ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş li Hambûrgê tevlî civîna gel bû
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarê Elmanya Hambûrgê tevlî civîna gel bû. -
Li Bismilê polîsan kesek bi giranî birîndar kirin
Li Bismilê, polîsên Tirk ên ku bi qedexeya derketina derve re gule li taxê reşandin, welatiyekî li ber mala xwe bi giranî birîndar kirin. -
Li Parîsê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer vebû
Li banliyoya Drancyyê ya Parîsê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer hate vekirin. -
YPG: Du çeteyên El-Nusra hatin kuştin
Fermandariya YPG’ê ya Taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyê diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên El-Nusra û hevkarên wan 2 çalakî pêk anîn. -
Demîrtaş: Em bi ruhekî mezin ê seferberiyê xwe ji bo hilbijartinê amade bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hem li hundirê welat hem jî li derveyî welat, divê Kurdistanî û hêzên demokrasiyê xwe bi ruhekî mezin ê seferberiyê ji hilbijartinan re amade bikin. -
Leşkeran rêya Elkê li çûn û hatinê girtin
Konvoya ji cenazeyê ajokarê ambûlansê Şehmûz Dûrsûn ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, Li Tabûra Jendermeyan a Ayvalikê hat sekinandin. Destûra ketin û derketina navçeyê nayê dayîn. Girseya gel ji bo wergirtina cenazeyan, çû herêma şer. -
17 penaberên din xeniqîn
Keştiya penaberên Sûriyeyî tê de bûn a ji Bodrûmê diçû Yewnanîstanê binav bû. Di bûyerê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Munchenê çalakiya ji bo HDP'ê
Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo destekkirina HDP'ê bi beşdariyeke girseyî çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Prof. Dr. Mahmût Togrûl jî amade bû. -
Li Hennebontê Konferansa Kurd
Li Rojavayê Fransayê bajarê Hennebontê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kurd konferansek hat lidarxistin. -
Li Wanê serdegirtina polîsan a bi helîkopter û wesayîtên zirxî
Li Wanê, polîsên Tirk ên danê sibehê bi helîkopteran û bi dehan wesayîtên zirxî dor li taxan girtin, avêtin ser gelek nuqteyan. Polîsan li herêma Şehîdgeha gerîla lêgerîn kirin. Dorpêçiya polîsan dewam dike. -
Girtiya nexweş Fatma Tokmak ji ber konsepta şer nayê dermankirin
Girtiya nxweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoy a Stenbolê tê ragirtin, derket holê ku ji ber fermandarên li girtîgehê nayê dermankirin. -
Terora AKP'ê li Bûenos Aîresê hat protestokirin
Terora ku hikûmeta AKP li Kurdistanê dimeşîne, li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
Ciwanan li dijî şer û tecrîdê kon vedan
Bi armanca şermezarkirina bomberdûmana Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û protestokirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li bajarê Swêd Gavleyê du kon vedan. -
Li Stockholmê xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê didomin
Komîteya Hilbijartinê ya HDP'ê ya Swêdê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, didomîne. -
Demîrtaş: Li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn betal bûye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn betal bûye û diyar kir ku AKP bi tinehesibandina vîna gel re hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle. -
Çeteyên El-Nusra Şêxmeqsûd topbaran dikin: 2 jê zarok 3 mirî
Ji ber topbarana çeteyên Cebhet El-Nusra 2 zarok û welatiyekî Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. -
Aktîvîteya piştevaniya bi HDP’ê re destpê kir
Li Leverkûsen bi tevlîbûna hezaran kesan aktîvîtiya piştevaniya bi HDP’ê re destpê kir. -
Demîrtaş, li Berlînê tevlî şeva piştevaniya bi HDP’ê re bû
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê û xwest di 1’ê Mijdarê de dengên HDP’ê bên zêdekirin. -
DYA: Balafirên bêmirov ên Rûsya li Sûriyeyê dest bi keşfê kirin
Hat ragihandin ku balafirên keşfê yên Rûsya li Sûriyeyê dest bi xebatên keşfê kirine. -
Li Dûîsbûrgê xebatên hilbijartinê didomin
Kurecîkiyên li Dûîsbûrg û pêkhateyên HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. -
'Divê bindest hemû dengê xwe bidin HDP'ê'
Li bajarê Saarbruckenê, ji bo destekkirina HDP'ê çalakiyek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Oker di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê xemsariya 'ji xwe em ji bendê derbas dibin' rû nede û heta roja dawî kar bê kirin. -
Cenazeyê Alya hat veşartin
Cenazeyê Alya Temel a li Elkê ji ber topbarana leşkeran jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
HDP: Divê AKP were ser hişê xwe!
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Beştaş diyar kir ku hewldana AKP'ê ya 'veguhastina sindoqan' sûc e. Beştaş destnîşan kir ku ev hewldan, ji bo hiştina HDP'ê di binê bendê de, nîşaneya hîleyên nû ye. -
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê li Hollandayê bi berfirehî didomin
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê, li Hollandayê bi berfirehî didomin. -
Kekê Guler: Eger nehêlin, em ê cenazeyê xwe biavêjin ser pişta xwe...
Malbat û parêzerên şehîdê Rojava Guler, ji bo wergirtina cenaze wê roja Duşemê careke din serlêdanê bikin. Kekê Guler Ersîn Ûmût Guler got, "Eger encam dernekeve, pêwîstî pê hebe em ê cenazeyên xwe biavêjin ser pişta xwe û ji derî derbas bikin."