Erdogan wê li Strasboûrgê bi protestoyan bê pêşwazîkirin
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê bang kir, ku Erdogan ê wê bê Ewropayê li bajarê Strasboûrgê were şermezarkirin.
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê bang kir, ku Erdogan ê wê bê Ewropayê li bajarê Strasboûrgê were şermezarkirin.
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, wê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku wê di 4'ê Cotmehê de bê bajarê Fransa Strasboûrgê, protesto bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya meclîsê de hat gotin, "Serokkomarê Tirkiyeyê, desthilatdarê darbekar ê 'Qesra Qaçax', berpirsyarê sereke yê şerê li dijî gelên me, dijminê gel Recep Tayyîp Erdogan di 4'ê Cotmehê de tê Strasboûrgê."
'LI DIJÎ GELÊN ME ŞER DA DESTPÊKIRIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Erdogan dixwaze polîtîkayên xwe yên dijminatiya li gelan û derewên xwe li Ewropayê jî bîne ziman û hat destnîşankirin ku partiya AKP'ê û Erdogan ên bi serketina HDP'ê ya di 7'ê Hezîranê de desthilatdarî winda kirin, ji bo tola vê hilînin li dijî gelên me, têkoşîna azadiyê ya Kurd, şoreşger û sosyalîstan şer daye destpêkirin.
'DI 4'Ê COTMEHÊ DE EM LI PLACE KLEBER BICIVIN'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ji Roboskî heta Gezî, ji Pirsûsê heta Cizîrê xwîna bi sedan mirovên me li destê Erdogan e. Em ê hatina Erdogan ê faşîst şermezar bikin. Li dijî şer em têkoşîna aştî, edalet û azadiyê, li dijî dîktatoriya qesrê jî em ê demokrasiyê her tim bilind bikin. Em ê hesabê canên xwe, hevrêyên xwe yên hatine qetilkirin, bipirsin. Em ê hesabê girtinên qirkirina siyasî û înfazên bêdaraz bipirsin."
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, bi armanca şermezarkirina Erdogan, bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyan kir, ku di 4'ê Cotmehê saet di 12:00 de li meydana Place Kleber a Strasboûrgê bicivin.