Polîsan li Sêrtê avêtin ser saziyên Kurdan: 8 binçavkirî

Li Sêrtê, polîsên Tirk avêtin ser avahiyên DBP, ÎHD, MEYA-DER û malên rêveberên van saziyan. Di serdegirtinan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.

Îro danê sibehê saet di 05:00 de, polîsên Tirk avêtin ser avahiyên DBP, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Çand, Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe winda kirine ya Mezopotamyayê (MEYA-DER) û malên rêveberên van saziyan.

Di serdegirtinan de heta niha, Serokê ÎHD Şaxê Sêrtê Zana Aksû, rêveberê ÎHD'ê Azad Ataş, rêveberên DBP'ê yên Sêrtê Selman Erdemcî û Refîk Kaçar, xebatkarên HDP'ê Mesût Daniş û Serhat Aksûm, rêveberiya DBPê ya Navçeya Navendî Kadriye Cengîz û Ekrem Tatli hatin binçavkirin.

Lêgerînên li saziyan û malan dewam dikin û destûr nayê dayîn ti kes bikevin hundir.

Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Hatîce Sevîptekîn a hat ber avahiya saziyan, xwest weke parlamenter dixwaze biryara lêgerîn û binçavkirinê bibîne, lê polîsan bersiveke neyînî dan wê.