ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Elman piştgirî da girtiyên HDP'ê û mûxalîfan
Meclîsa Federal a Elman, bi daxuyaniyekê dest da HDP'ê û mûxalîfan. Lê hikûmet hê jî helwesta xwe ya berê, ku piştgiriya AKP/Erdogan dike, didomîne. -
Ji Parlementoya Fîlîpîniyan piştevaniya ji bo HDP û gelê Kurd
Li Meclîsa Nûnerên Fîlîpîniyan, di daxuyaniya MAKABAYAN a ji partiyên çepgir ve pêk tê de, êrîşên faşîst ên li dijî HDP’ê bi zimanekî tund hatin şermezarkirin û hat xwestin ku hemû parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê li cem Kurdan bin. -
Başlangiç: AKP cesaret nake ku referandumê pêk bîne
Rojnameger Celal Başlangiç têkildarî biryara rawestandina kar û xebatên HDP’ê yên di parlamentoyê de got ku ti wateya parlamentoyê ji bo siyasetê nemaye. -
Karkerên Înşaata Emaarê hatin berdan
Karkerên Înşaata Emaarê ku di 6’ê Mijdarê de ji ber meşeke piştgirîdayina HDP’ê li dar xistibûn hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Ciwanên HDP’yî girtina wekîlan protesto kirin
Meclîsên Ciwanên Demokraîk ên HDP’ê, girtina parlemeteran bi avêtina belavokên ku li avahiyan, protesto kirin. -
Rêxistina Milîsî ya Hêza Azadiyê ya Azîz Guler: Me buroya AKP’ê îmha kir
Rêxistina Milîsî ya Hêza Azadiyê ya Azîz Guler ragihand ku wan li Okmeydani-Beyoglûyê buroya AKP’ê îmha kiriye. -
Binçavkirina endamên SES’ê li Dersîmê hat şermezarkirin
Binçavkirina endamên SES’ê ya li Enqereyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ve li Dersîmê hat şermezarkirin. -
Malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îgne wergirt
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Ahmet Îgne yê di bombebarana Geliyê Pîlemûrî ya Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, ji hêla malbatê hat teşxîskirin û ji bo veşartinê ber bi warê wî Kanîreşê bi rê ket. -
Tewanbarê Qetlîama Enqereyê propagandaya AKP’ê kir
Rûniştina Doza Qetlîama Enqereyê dewam kir. Ji tewanbaran Baraç, pirsên parêzeran paşguh kirin û propagandaya AKP’ê kir. -
Serfermandarê Giştî ya Tirkan li Şirnexê ye
Serokê Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê Hûlîsî Akar bi fermandarên din ên artêşê re çû Şirnaxê ku sewqiyata leşkerî lê tê kirin. -
Erdogan mazûbantiyê ji bo penaberan wisa dike!
Pênaberên ku Erdogan û AKP li dijî YE mîna koz bi kar tîne û dibêje ‘em lê dinêrin’ li her bajarî birçî û tazî ne. 2 zarokên penaber ên li refujek Amedê radizan wiha hatin kişandin. -
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ji bo nexşeya rê diyar bike wê 14’ê Mijdarê kom bibe
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got ku piştî li gel hevserokên giştî 8 parlamenterên wan hatin girtin, biryar dane ku 14’ê Mijdarê Desteya Rêveber a Navendî kom bikin û bi hin plansaziyên şênber van êrîşan bibersivînin. -
Girtin têr nedîtin, îdîaname amade kirin
Der heqê 9 rêveberên Rojnameya Ozgur Gundemê ya hatî girtin, di encama lêpirsîna Dozgerê Komarê ya Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Ûmût Tepe ji 4 tewanbariyan îdîaname hat amadekirin. -
Çalakiya Kasselê wê bi meşekê bi dawî bibe
Çalakiya standê ya li dijî qirkirinên siyasî ya li Kasselê dewam dike, wê îro li bajêr meşek bê lidarxistin. -
Partiya Yekîtiya Afganîstanê: Em piştgiriyê didin HDP’ê
Partiya Yekîtiya Afganîstan bi daxuyaniyekê, piştgirî da HDP'ê. Berdevkê Yekîtiya Aftganîstan Sîlî Xefar daxuyanî da, bal kişand ser Erdogan û got, îro li Rojhilata Navîn Hîtlerekî nû derketiye. -
Li Îtalyayê meşa ji bo HDP'ê
Li Îtalyayê wê ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê meş were lidarxistin. -
Li pêşiya avahiya BBC a li Sûssexê çalakiya ji bo HDP’ê
Li herêma Sûssexê, operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin û ji bo HDP'ê banga piştgiriyê hat kirin. -
Der barê karkerên piştgirî dan HDP'ê de daxwaza girtinê
Karkerên înşeatê yên Emaarê, piştî ku di 6'ê Mijdarê de bi meşê piştgirî dabûn HDP'ê hatin binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Parêzeran li dijî îşkenceyê nerazîbûn nîşan dan
Parêzerên OHD û ÇHD'ê ji bo balê bikişînin li ser îşkence û pêkanînên nehiqûqî yên li Midûriyeta Polîsan a Mersînê daxuyanî dan. -
Unal: Divê her kes li ber 'desthilatdariya şexsekî' rabe
Parlamenterê Partiya Keskan Unal da xuyakirin, ku AKP'ê 'xeta sor' binpê kiriye û gav bi gav ber bi dîktatoriya şexsekî ve diçe. Unal got, "Lazim e her kes li dijî AKP'ê bikeve nava tevgerê. -
AKP'ê bi 'xêra' darbeyê, dozên Gezî ji nû ve xist rojevê
Desthilatdariya AKP'ê piştî hewldana darbeya leşkerî Rewşa Awarte îlan kir û bi îlana vê yekê re doza bûyerên Gezî ji nû ve anî rojevê. 3 sal piştî serhildana Gezî ya li Îzmîrê der barê 91 kesan de doz hat vekirin. -
Doza li ser destdirêjiya li zaroka 11 salî dîsa taloq bû
Li Mersînê, doza li ser destdirêjiya li H.D. a 11 salî, ku piştî destdirêjiyê bersûc hewl da wê bikuje, careke din taloq bû. -
Di doza EHB'ê de 'şahidên' çete nehatin dozê
Di doza ku parêzer Ûçar û Gumuştaş tên darizandin de ji ber ku şahidên "çete" nehatin, dadgehê biryar da bi zorê bên anîn. -
Komkujiya Enqereyê di meha 13'emîn de ye
101 mirovên di komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin di meha 13'emîn de hatin bibîranîn. -
Temellî: Ji ber ku HDP'yî me, min ji kar kirin
Temellî got, ji ber ku ew HDP'yî ye ji Zanîngeha Stenbolê hatiye derxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Temellî diyar kir, zext wê nikaribin bi wan.