Binçavkirina endamên SES’ê li Dersîmê hat şermezarkirin
Binçavkirina endamên SES’ê ya li Enqereyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ve li Dersîmê hat şermezarkirin.
Binçavkirina endamên SES’ê ya li Enqereyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ve li Dersîmê hat şermezarkirin.
Binçavkirina endamên Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Sosyal (SES) a li Enqereyê, danê nîvro bi daxuyaniyek çapemeniyê ve li Dersîmê hat şermezarkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji hêla endamên SES’a Dersîmê li Kolana Sanatê hat lidarxistin, Wekîlê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu jî amade bû. Serokê Şaxa SES’ê ya Dersîmê Ozkan Ûç daxuyanî da, got AKP’e hewl dide yên mîna xwe nafikire hemûyan ceza bike. Ûç wiha axivî; “Me îro hewl da bi endamên me yên hatine îxraçkirin re li ber Wezareta Tenduristiyê çalakiyekê li dar bixin, lê ji hêla hêzên emniyetê hat astengkirin. Sendîkayên me hatine dorpêçkirin, li dijî tevahî endam û rêveberên me tundî hatiye bikaranîn. Hevserokên me Gonul Erden, Îbrahîm Kara ûŞînasî Dûrgûn, Gîkret Çalaganî, Hîlal Karahan û Farûk Mizrak hatine binçavkirin.”
Ûç diyar kir ku wê ev êrîş wan ji rêka wan neke.