Ciwanên HDP’yî girtina wekîlan protesto kirin

Meclîsên Ciwanên Demokraîk ên HDP’ê, girtina parlemeteran bi avêtina belavokên ku li avahiyan, protesto kirin.

Meclîsên Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (DHP)ê bi armaca balê bikişînin ser girtina hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekda û parlementeran belavokên bi nivîsên “Hûn nikarin vîna me dîl bigirin”, “Ji bo wekîlên HDP’yî azadî” û “Yan jiyanek bi rûmet an jî berxwedanekî bi heybet” avêtin avahiyên li Kolana Konûr.

Pişît avêtina belavokan û şûn de kolanên Karanfîl,Yuksek û Konûr ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.