Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist, têkîldarî girtin parlamenterên HDP’ê û bûyerên rojevê nirxandin kirin.
Bîlgen destpêkê bal kişand ser zext û êrîşên li dijî partiya wan û di vê mijarê de ev anîn ziman;
“Ji milekî dixwazin di raya giştî de nerînekê ava bikin ku operasyonek ‘terorê’ li dar dixin. Ji tevahî hevalên me yên binçavkirî banga Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ya têkîldarî çalakiyên Kobanê hat pirsîn. Em dixwazin bi taybet vê parve bikin. Ji ber ku me hewl da piştî aktîvîte û pêşandanan Komîsyonek Lêkolînê ya Meclîsê bê sazkirin, lê bi dengên AKP’ê hat redkirin. Lewre jî ji bo lêkolîn neyê kirin a ketiye nav hewldanan AKP’e bi xwe ye.
Serokkomar bi israr dibêje ‘8’ê Hezîranê 80 parlamenter dan wan, lê wan berê gel da kolanan.’ Lê, dîroka 8’ê Hezîranê gelekî dûv çalakiyên Kobanê ye. Eger Serokkomar Erdogan dîroka Kobanê şaş kiribe, dibe ku pirsgirêkek hafizayê hebe. Lê, eger raya giştî dixapîne, wê demê rewşek pir cîdî heye.
Dixwazin tenê dosyaya Parlamenterê Colemêrgê Abdûllah Zeydan pêşkêşî we bikim. Di biryara dadgehê de pêşî têkîldarî fezlekeyan nirxandin tên kirin û piştre wiha tê gotin; “Bi van îdîayên fezlekeyê nabe ku hûn bên girtin.’ Lê, piştre dibêjin “Hûn tevlî hemû civînan bûne, dema hûn bên berdan jî li gor pêşdîtinan hûn ê dîsa tevlî van civînan bibin.’
‘HEDEFA PLANA DIN A KESÊN KU NIKARIN BIKEVIN REQA Û MÛSILÊ PARTIYA ME YE’
Piştî 4’ê Mijdarê zêdetirî 441 partiyiyên me hatin binçavkirin. Ev esas girtinek partiyê ya post-modern e. Piştî 15’ê Tîrmehê jî ji partiya me nêzî 6 hezar kes hatin binçavkirin, 2 hezar jî hatin girtin. Yên plan dikirin ku bikevin Reqa û Mûsilê, ji ber ev plana xwe pêk nanîn, wek plana B, vê carê HDP kirin hedef, hewl didin partiya me bê fonksiyon bikin.”
Bîlgen di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Di rojên pêş me de bila qedexeyên li ser mîtîng û daxuyaniyan rakin, em binêrin bê ka kî tevlî kû dibin. Li çend bajarên Tirkiyeyê mîtîng, daxuyaniya çapemeniyê serbest e?”
‘DIVÊ PÊŞNIYARA KU TEVAHÎ DESTLÊNEDANAN RADIKE WERE’
Bîlgen got ji dadgehkirinê natirsin û careke din rest kişand ku bila destlênedan ji kokê bên rakirin.
Bîlgen wiha pê de çû; “Ez behsa tenê hin dosyayên ku wê destlênedan bên rakirin nakim. Ne mîna ya Davûtoglû, Kiliçdaroglû û Bahçelî dizayn kirine, wek pêşniyara me, ji bilî destlênedana kursiyê û azadiya îfadeyê em tevahî destlênedanan rakin. Ka em binêrin bê em îfadeyê didin an na. An jî yên der heqê wan de îdîaya dizîtiyê hene bê ka tên îfadeyê an ne.”
Bîlgen têkîldarî hevdîtina Serokên Giştî yên MHP û AKP’ê ku îro kirin, jî ev bi lêv kirin; “Em vê wek hevdîtina AKP-MHP’ê nabînin. Piştî 7’ê Hezîranê gotin, ‘Bidin Bîlal, Keremkin Hîlal’. Niha jî hevdîtinên ‘bide îdam, bistîne serokdewletiyê’ dikin.”
Bîlgen piştî van daxuyaniyan pirsên rojnamevanan bersivandin.
WÊ NEXŞERÊ DI 14’Ê MIJDARÊ DE BÊ DIYARKIRIN
Her wiha nexşerê jî hat pirsîn. Bîlgen li ser vê got; “Em 14’ê Mijdarê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê kom bikin. Plansaziyên şênber derxin. Ji bo nêrînên berfireh em ê mîna lêkolînên raya giştî bigrin. Em ê pêvajoyê jî bişopînin û bê wê nêzîkatiya partiya me ber bi kû ve biçe em ê binirxînin.”
‘TI NÎQAŞÊN HEVSEROKATIYA NÛ NÎNE!’
Hat pirsîn ku piştî girtina hevserokan bê ti nîqaşên ku divê hevserokên nû bêne hilbijartin hene an ne jî Bîlgen got; “Em dibêjin rewşa niha rewşek praktîkî ye. Em pêvajoyeke ku wê siyasetê wiha asayî bike nafikirin. Em vê rewşê wek rewşek bê qebûlkirin jî nabînin. Plansaziyek wiha nîne.”