Unal: Divê her kes li ber 'desthilatdariya şexsekî' rabe
Parlamenterê Partiya Keskan Unal da xuyakirin, ku AKP'ê 'xeta sor' binpê kiriye û gav bi gav ber bi dîktatoriya şexsekî ve diçe. Unal got, "Lazim e her kes li dijî AKP'ê bikeve nava tevgerê.
Parlamenterê Partiya Keskan Unal da xuyakirin, ku AKP'ê 'xeta sor' binpê kiriye û gav bi gav ber bi dîktatoriya şexsekî ve diçe. Unal got, "Lazim e her kes li dijî AKP'ê bikeve nava tevgerê.
Parlamenterê Partiya Keskan ê Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW), Berdevkê Polîtîkaya Tenduristiyê û Serokê Komîsyona Ahengiyê Arîf Unal li ser faşîzma AKP'ê ji ANF'ê re axivî.
Unal got, "Her kesên li dijî desthilatdariya şexsekî ne, divê li ber AKP'ê rabin. Dibe ku sibe dereng bibe. Bi taybetî divê sosyal demokrat berî dor were wan, derhal bikevin nava tevgerê."
'XETERÎ MEZIN E'
Unal di dewama axaftina xwe de got, "Zêdebûna zexta li çapemeniya mûxalîf, girtina organên çapemenî-weşanê, girtina rojnamevanan ji bo bêdengkirina mûxalefetê, gava destpêkê bû." Unal destnîşan kir, ku daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan ku piştî hewldana darbeyê hewl dide bi Rewşa Awarte welêt bi rê ve bibe, ji bo demokrasiyê xeteriyeke mezin e.
'XETA SOR ZÛDEYÎ HATIYE BINPÊKIRIN'
Unal da xuyakirin, ku bi girtina Hevserokên HDP'ê, parlamenter û hevşaredaran, bi tayînkirina qeyûman û dagirkirina Navenda Giştî ya HDP'ê re 'xeta sor' zûdeyî hatiye binpêkirin û wiha dewam kir: "Bi dîtina min, gav bi gav ber bi dîktatoriyê ve diçe. Dem ew dem e, ku divê her kes li dijî pêkanînên antî-demokratîk derkevin. Yên ku îro bêdeng dimînin, dema ku bû sibe û dor hate wan, hingî kesekî ji bo wan dengê xwe bilind bike, wê nemîne."
'ELMANYA DIBE HEVPARÊ SÛCÊ TIRKIYEYÊ'
Unal diyar kir, divê Ewropa bi taybetî jî Elmanya li pêşberî van bûyeran bêdeng nemînin û got, "Elmanya bi hinceta peymana penaberan, li pêşberî pêkanînên antî demokratîk bêdeng dimîne û bi vî rengî dibe hevparê vî sûcî. Lazim e Ewropa jî danûstandinên bi yekîtiyê re biqedîne û Tirkiyeyê neçar bike ku li sîstema parlamenter, li dewleta demokratîk û hiqûqê vegere."
'DIBE KU SIBE DERENG BE'
Parlamenter Unal anî ziman, ku pêkhatina van kiryarên Erdogan, ji hêza Erdogan wêdetir, ji ber qutbûna ji hev a mûxalefetê ye û got, "Her kesên li dijî desthilatdariya şexsekî ya AKP dixwaze ava bikin e, divê bikevin nava tevgerê. Dibe ku sibe gelekî dereng be."
Parlamenterê Partiya Keskan Arîf Unal herî dawî got, "Weke Partiya Keskan li rûniştinên li ser rapora pêşveçûnê ya têkildarî Tirkiyeyê, me pêşniyar kir ku danûstandinên navbera Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê bên sekinandin."