Li Enqereyê 1'ê Gulanê: Bijî Serok Apo
Li Enqereyê bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bûn û ji qadê dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû.
Li Enqereyê bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bûn û ji qadê dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû.
Li Enqereyê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) mîtîngek hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî mîtîngê bûn ku bi dirûşma 'Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser bikevin' hate lidarxistin. Girseya gel ji ber AKM Metro bi dowîz, pankart û flamayan heta Qada Tandoganê meşiya.
Li gel baranê jî gelek partiyên siyasî, sendîka, odeyên pîşesaziyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên jin û ciwanan, xwendekarên zanîngehê, teqawît û karker tevlî bûn.
Bi hearan xwendekarên zanîngehê beşdarî mîtîngê bûn. Xwendekarên ji ODTU pankarta bi nivîsa "Ji bo zanîngeha demokratîk, ji bo welatê demokratîk li refê pola ODTU" hildan.
Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma 'Bi xwerêxistinê em paşeroja sosyalîst ava dikin' beşdar bûn. Ji qadê tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind bû. jinên Kurd jî bi pankarta bi nivîsa 'Bijî têkoşîna azadiya jinan ji bo civaka demokratîk' beşdarî meşê bûn.
Kedkarên çapemeniya azad jî wêneyên rojnamevanên şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hildan.
Pîrozbahî bi axaftinan dewam dike.