Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, 8. Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê bi îdîaya “propagandaya PKK’ê dike” Rojnameya Ozgur Gundemê di 16’ê Tebaxê de girt. Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Bîlîr Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înal Kizilkaya, endamên Desteya Şêwiriyê ya Weşanê Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî piştî biryara girtinê bi lêpirsînên cuda hatin girtin û şandin girtîgehan.
Li gel van navan, der heqê Xwediyê Îmtiyazê Kemal Sancili, Gerînendaya berê ya Weşana Giştî Eren Keskîn û endamên Desteya Şêwiriyê ya Weşanê Bîlge Contepe,, Fîlîz Koçalî û Ragip Zarakolu, di encama lêpirsîna Dozgerê Komarê ya Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Ûmût Tepe îdîaname hat amadekirin.
Di îdîanameyê de bi tewanbariyên “endamên rêxistina terorê ya çekdarî ne”, “yekbûna dewletê û yekparebûna welat xira dikin”, “endamên rêxistina ku bi armanca sûckirinê hatî amadekirin” û “propagandaya rêxistinê dikin” daxwaza ceza hat kirin.