ROJANE
Hemû Nûçe
-
NÇM-DER a Edeneyê hat mohrkirin
NÇM-DER a Edeneyê bi hinceta OHAL'ê ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hate mohrkirin. -
Darbeyek jî li rêxistinên saziyên civakî
Wezareta Karê Hundir ê Tirk xebatên 370 komeleyî rawestand. Di nav wan komeleyan de ku xebatên wan hatine cemidandin gelek saziyên rêxistinên civakî jî hene. -
Demîrel: Daraz li gorî biryarên Qesrê tevdigere
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel li hemberî binçavkirina şewirmendên parlamenteran nerazîbûn nîşan da û got ku daraz bi biryarên Qesrê tevdigere. -
Li ODTU’yê asta tevdîran hat zêdekirin
Li Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) hat ragihandin ku ji îro û şûn de asta tevdîrên ewlekariyê tê zêdekirin. -
Ji bo Zehra Eplî mewlûd hat dayîn
Ji bo Zehra Eplî ya li Girtîgeha Gebzeyê agir berdabû bedena xwe li Tarsûsê mewlûd hat dayîn. -
Bersûcê komkujiyê xwest bi axive, lê heyetê destûr neda
Rûniştina doza Komkujiya Enqereyê didome. Bersûcê serbest Yakup Yildirim hat girtin. Bersûcê şikdar Suphi Alpfidan mafê axaftinê xwest û diyar kir ku wê îro tiştê girîng bêje. Lê piştî navberê dest ji mafê axaftinê berda. -
Şahid Namli: Min lîsteyên kuştinê dît
Di doza JÎTEM'ê de endamê MÎT'ê yê berê Yaman Namli yê wekî "şahid" lê hat guhdarîkirin, di îfadeya xwe de wiha got: "Min bi xwe lîsteyên kuştinê dît, li ser kaxizekê hatibû nivîsandin". -
Li Edeneyê ji bo gerîlayê HPG’ê Samsarkan mewlûd hat dayîn
Li Edeneyê ji bo gerîlayê HPG’ê Bekîr Samsarkan (Peşeng Şoreş) ê ku li Geverê di şer de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. -
Xerîb: Ku berxwedana HDP’ê bi ser bikeve wê pêşî li dîktatoriyê were girtin
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Xerîb diyar kir, AKP’ê di şexsê HDP’ê de êrîşî demokrasî û azadiyê dike û got, ev jî pirgirêka her kesî ye û divê têkoşîn were xurtkirin. -
Komîteya Ewropa ya TŞYG: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 12'ê Mijdarê bibin
TŞYG got, "Rawestandina êrîşên faşîst ên Erdogan û çeteyên wî, mezinkirina berxwedana yekbûyî ya şoreşger e. Em ê rejîma faşîst ji hev bixin" û ji bo çalakiyên li derveyî welat banga tevlîbûnê kir. -
Li Edeneyê 100 kes hatin binçavkirin, 32 jê zarok in
ÎHD Şaxê Edeneyê civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand, 100 kes li bajêr hatine binçavkirin ku 32 ji van zarok in. ÎHD'ê xwest, binçavkirî derhal bên berdan. -
Çalakî didomin: Têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be!
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên qirkirina siyasî didomînin. Çalakgeran mesaja "têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be" dan. -
Rojnameya Rojeva Medya dest bi weşanê kir
Kedkarên çapemeniya azad ên li Bakurê Kurdistanê di nava şert û mercên giran de hewl didin karê xwe bikin, rojnameyeke din li çapemeniya azad zêde kirin. Rojnameya Rojeva Medya îro gihîşt ber destê xwendevanan. -
Polîsan li Antalyayê avêtin ser mala endamê HDP'ê
Polîsên Tirk danê sibehê li Antalyayê avêt ser mala endamê HDP Veysî Ozçakan û ew binçav kirin. -
Polîs xwest ciwanên hatin binçavkirin bide lînçkirin
Li Îzmîrê 9 ciwanên ku piştî daxuyaniya çapemeniyê ya şermezarkirina OHAL'ê hatin binçavkirin, bi dîmenan derket holê ku polîsan bi gotina "Gelê Îzmîrê PKK'ê bibînin PKK'ê. Terorîst çalakiyên neqanûnî li dar dixin" xwestiye bide lînçkirin. -
Sonmez: Girseya gel a rêxistinbûyî ji çeka herî mezin xurtir e
Nivîskar Mûstafa Sonmez diyar kir, rejîmek oportunîst, makyavelîst û bi tenê li xwe difikire li ser kar e û anî ziman, zimanê şer ê tê bikaranîn ji aliyekî ve dengên MHP'ê zêde dikin, li aliyê din rê li ber tifaqa artêşa Tirk vedike. -
Doza Nîhat Kazanhan dewam dike
Doza zarokê 12 salî Nihat Kazanhan ê dema li Cizîrê dilîst hat kuştin, li 1. Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê didome. -
7 partiyên li Swêdê ji bo berdana HDP'iyan bang kirin
Koma Mafên Mirovan a ji parlamenterên 7 partiyên siyasî yên li Parlamenta Swêdê pêk tê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û zextên li HDP'ê hatin şermezarkirin. -
Di 12'ê Mijdarê de wê li gelek bajarên Îtalyayê çalakî bên lidarxistin
Di 12'ê Mijdarê de, ku salvegera hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Îtalyayê ye, wê li gelek bajarên vî welatî bi şiyara "Ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan" mîtîng bên lidarxistin. -
Li Swêdê çalakiyên ji bo HDP'ê dewam dikin
Girtina parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, ji 4'ê Mijdarê û vir ve li Swêdê bi xwepêşandanan bi rengekî bênavber tê şermezarkirin. -
Polîsan avêtin ser malên endamên ESP'ê yên li Stenbolê
Polîsên Tirk avêtin ser malên endamên ESP'ê yên li Stenbolê û 9 kes binçav kirin. -
Li dijî qereqola polîsan a li Edeneyê çalakiya çekdarî
Li dijî qereqola polîsan a li taxa Daglioglû ya li navçeya Seyhanê, çalakiyeke bi çekan hate lidarxistin. -
15 endam û rêveberên HDP'ê hatin girtin
Ji endamên HDP'ê yên li Bûrsayê di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 15 kes hatin girtin. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nadiye Gurbuz û Serokê ESP'ê yê bajêr Bîrol Goçmen jî di nava girtiyan de hene. -
Şêwirmendên koma HDP'ê hatin binçavkirin
Şêwirmendên Koma Meclîsê ya HDP'ê, ku piştî girtina parlamenterên HDP'ê bi biryarnameya rewşa awarte ji kar hatin avêtin, danê vê sibehê hatin binçavkirin. -
Çalakiyên li dijî AKP/Qesrê dewam dikin
Çalakiyên protestoyî yên li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li hemberî HDP'ê, dewam dikin.