Yerdegul piştî 32 salan hate berdan

Cevat Yerdegul ê ku 3 caran berdana wî hat taloqkirin û 32 sal şûnde hate berdan. Yerdegul diyar kir ku tevî ku cezayê wî qediya jî bi awayekî keyfî nehat berdan.

Cevat Yerdegul ê 32 salan di girtîgehê de ma, ji Girtîgeha Tîpa T ya Bolvadîn a Afyonê hate berdan. Xizmen wî, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Eskîşehîrê rêveberên Nûnertiya Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran MED (MED TUHAD-FED) û gelek kes Yerdegul li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin.

‘HÎN JÎ HEVALÊN ME DI GIRTÎGEHÊ DE NE’

Yerdegul anî ziman ku girtina wî ya 32 salan di girtîgehê de weke mijarek şexsî nabîne û wiha got: “Xwesteka me ew e ku ji niha û pê ve aştî pêk were. Hîn jî hevalên me di girtîgehê de hene. Her çiqas cezayên wan qediyane jî, bi awayekî keyfî wan bernadin û di hundir de digirin. Ez hêvî dikim ku ew di demek nêzîk de azad bibin."

Yerdegul li girtîgehên Dîlok, Çankiri û Karabûkê ma û 5 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê hat girtin. Yerdegul ji ber ku ferzkirina "poşmaniyê" red kir, sê caran berdana wî ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (IGK) ve hatibû paşxistin.

Yerdegul piştre ber bi navçeya Dortyol a Hatayê ve bi rê ket.