Komkujiya Enqereyê di meha 13'emîn de ye

101 mirovên di komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin di meha 13'emîn de hatin bibîranîn.

Komeleya Piştevanî û Alîkariya 10'ê Cotmehê ku malbatên 101 kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Trenê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan ava kirine, li gel partiyên siyasî û rêxistinên civakî di meha 13'emîn a komkujiyê de komkujî şermezar kirin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Di bernameya bîranina 101 kesan de beşdarên çalakiyê bê navber siloganên "Kujer DAIŞ, hevkar AKP" û "Em komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar dikin" berz kirin. Li salona çalakiyê ji bo 101 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan saet di 10:04'an de rêz hat girtin. 

Seroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakinci Coşgun di çalakiya bîranînê de diyar kir ku di roja 4. de kesên bersûc tên darizandin û wiha got: "Em ji darizandina li Tirkiye ne bi hêvî ne. Em dixwazin demek berî demekê ev darizandin bi encam bibe û em dozê bibin Dadgeha Ewropayê. Di darizandinê de sebra me dipîvin. Dibêjin ez Endame DAIŞ'ê me dikarim mirovan bikujim. Em soz didin 101 mirovên ku hatin qetilkirin ku em wê têkoşîna xwe berdewam bikin." Di bernameyê de polîsan dem dem xwest malbat û çalakvanan bêzar bike. Lê li gel astengiyên polîsan kom bi kom piştî bîranînê çûn Edliya Enqereyê beşdarî 4 runiştina doza Komkujiya  Enqereyê bûn.