Di doza EHB'ê de 'şahidên' çete nehatin dozê
Di doza ku parêzer Ûçar û Gumuştaş tên darizandin de ji ber ku şahidên "çete" nehatin, dadgehê biryar da bi zorê bên anîn.
Di doza ku parêzer Ûçar û Gumuştaş tên darizandin de ji ber ku şahidên "çete" nehatin, dadgehê biryar da bi zorê bên anîn.
Doza ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHP), Sezîn Ûçar û Ozlem Gumuştaş tên darizandin li 14'emîn Dadgeha Giran a Stenbolê hat dîtin.
Di dozê de ku parêzer û Ûçar û Gumuştaş beşdar bûn, dozger endamên çete yên ku wekî "şahid" nîşan dan beşdarî dozê nebûn.
Dadgehê biryar da ku "şahid" bi zorê ji bo rûniştina bê werin anîn û doz taloqî 7'ê Adara 2017'an kir.
Doza der barê parêzer Ûçar û Gumuştaş de piştî rapora MÎT'ê hatibû destpêkirin.
DOZA KU ÇETE WEKÎ ŞAHID HATINE NÎŞANDAN
Di îdianameya ku ji aliyê dozger ve hatiye amadekirin de yek ji xalê ku balê dikişîne ev e; Li Gulsuyu ya Stenbolê çeteyên ku Hasan Ferît Gedîk kuştibûn, li dijî endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) êrîşa çekdarî pêk anîbûn wekî "şahid" hatibûn nîşandan.