Parêzeran li dijî îşkenceyê nerazîbûn nîşan dan
Parêzerên OHD û ÇHD'ê ji bo balê bikişînin li ser îşkence û pêkanînên nehiqûqî yên li Midûriyeta Polîsan a Mersînê daxuyanî dan.
Parêzerên OHD û ÇHD'ê ji bo balê bikişînin li ser îşkence û pêkanînên nehiqûqî yên li Midûriyeta Polîsan a Mersînê daxuyanî dan.
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) şaxên Mersînê ji bo balê bikişînin li ser nehiqûqiyên li Tirkiyeyê û îşkenceyên li Midûriyeta Polîsan a Mersînê li ber avahiya edliyeyê daxunî dan çapemeniyê. Gelek parêzerên OHD'î û ÇHD'î, endamên HDP'ê, Platforma Demokrasî û Kedê, endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê û malbatên ku zarokên wan di bin çavan de beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê bi çepikên şermezarkirinê ve dest pê kir.
Hevserokê ÇHD'ê yê Mersînê Mehmet Altuntaş axivî û diyar kir ku li Mersînê bi rewşa awarte ve di demên dawî de ji bo hemû kesên ku tên binçavkirin 5 rojan qedexeya hevdîtina bi parêzeran tê dayîn û kesên di bin çavan de ne rastî îşkenceyê tên. Altuntaş got ku dema ku têkîldarî binçavkirinan diçin midûriyeta polîsan bi saetan tên rawestandin û maxutabekî nabînin, ji bilî vê jî ligel ku bûyerên îşkenceyê ji Serdozgeriya Komarê re radigihînin jî tiştek nayê kirin. Altuntaş bi taybetî bal kişand îşkenceyên li Şaxa Têkoşîna bi Terorê tê kirin û got ku berpirsyarê vê yekê amîrên ku di asta yekemîn de berpirsyar in, ya duyemîn jî ji midûrê polîsan heta Wezareta Karên Hundir û Serokwezîrtiyê kesên ku berpiryar in.
'GER KU EM BITIRSIN DIVÊ EM JI WINDAKIRINA RÛMETA XWE BITIRSIN'
Altuntaş bang li Serdozgerayi Komarê la Mersînê kir û wiha got: "Em ê ji ber berpirsyariya xwe ya sonda parêzeriyê hemû nehiqiqûyan ragihînin. Divê ew jî bi wêrekî û hiqûqî tevbigerin pêwistiya serlêdanan bi cih bînin. Em bang li wan dikin bi exlaqî û bi wijdanî tevbigerin." Altuntaş destnîşan kir ku dema ku serî li dozgeriya ku bi sûcên organîze ve têkîldar e dikin, dozgerî ewil bi polîsan dişewire û piştre bersivê dide daxwazên wan û wiha axivî: "Ger ku em bitirsin divê ji ber windakirina rûmeta xwe bitirsin. Ger ku bitirsin divê ji ber windakirina şerefa xwe bitirsin. Em wekî parêzerên bihistiyar em ê pêwistiyên berpirsyariya xwe ya wijdanî û qanûnî pêk bînin û bipoşînin. Em banga bihistiyariyê li hemû kesan dikin."
Altuntaş diyar kir ku bi Baroya Mersînê re jî hevdîtin pêk anîne û banga li baroyê kir xwest li hemberî nihiqûqiyan dengê xwe derxîne.
Piştre parêzerê OHD'î Hoşyar Sariyildiz axivî û anî ziman ku piştî OHAL'ê bi biryarnameyên di hikmê qanûnê de (KHK) yên hatin derxistin ve bi dehan saziyên çapemeniyê hatine girtin, kedkar ji kar hatine avêtin û 10 parlamenterên ku di nav de Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene hatine girtin û wiha got: "Daraz bi riya îxtidarê veguheriyê amûrekî zorê."
'LIGEL ÎŞKENCE Û TEHDÎDÊ EM JI RASTIYAN VENAGERIN'
Sariyildiz got ku tê hewldayîn ku parêzer nikaribin pîşeya xwe pêk bînin û bal kişand li ser îşkenceyên ku di bin çavan de tê kirin. Sariyildiz wiha axivî: "Herî dawî endamê Baroya Mersînê parêzer Alî Bozan hîn bûye ku di bin çavan de 2 muwekîlên wî rastî îşkinceyê hatine. Heman muwekîlan ji Bozan re gotine ku polîsan ji bo Bozan gotina wê di demeke nêz de wekî Demîrtaş bişînin girtîgehê û dijûn lê kirine."
Sariyildiz axaftina xwe bi gotina "Lİgel îşkence, tehdîd û heqeretan em ê ji riya xwe ya rast dibînin venagerîne. Em ê di bin hemû şert û mercan de pîşeya xwe pêk bînin."
Daxuyanî bi 10 deqîqe çepikên şermezarkirin û dirûşma "Alî Bozan netenê ye" bi dawî bû.