Meclîsa Elman piştgirî da girtiyên HDP'ê û mûxalîfan
Meclîsa Federal a Elman, bi daxuyaniyekê dest da HDP'ê û mûxalîfan. Lê hikûmet hê jî helwesta xwe ya berê, ku piştgiriya AKP/Erdogan dike, didomîne.
Meclîsa Federal a Elman, bi daxuyaniyekê dest da HDP'ê û mûxalîfan. Lê hikûmet hê jî helwesta xwe ya berê, ku piştgiriya AKP/Erdogan dike, didomîne.
Li ser pêşniyara Partiya Çep (Dîe Lînke), Serokê Meclîsa Federal û endamê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) Nobert Lammert, li ser faşîzma AKP'ê ya li dijî parlamenterên HDP'ê, rojnamevan, akademîsyen û gelek hêzên mûxalîf, daxuyaniyek weşand.
Lammert da xuyakirin, ku weke Meclîsa Federal ew ê li plêşberî polîtîkayên zext û zordariyê yên hikûmeta AKP'ê bêdeng nemînin û got, "Eger binpêkirina mafên mirovan û sîstema dewleta hiqûqê dewam bike, hingî em ê jî bêdeng nemînin."Lammert da zanîn, piştî hewldana neserketî ya darbeyê, hikûmetê sansur, girtin û ji wezîfeyê dûrxistin li ser gel ferz kiriye û anî ziman, ev yek li dijî mûxalefeta siyasî bi rengekî rêk û pêk tê meşandin.
Serokê Parlamenta Federal Nobert Lammert got, "Em piştgiriyê didin hemû parlamenter, rojnamevan, akademîsyen û karmendên ji ber sedemên siyasî hatine girtin" û ragihand, Meclîsa Federal a Elman li dijî zexta AKP'ê ya li mexdûran e.
PARTIYA ÇEP, STEÎNMEÎER REXNE KIR
Li aliyê de, Dîetmar Bartsch li ser navê Koma Meclîsê ya Partiya Çep axivî û nerazîbûneke tund nîşanî Wezîrê Karên Derve Frank Walter Steînmeîer da, ku di rûniştina meclîsê de têkiliya bi Tirkiyeyê re diparast û îdîa dikir, ku bi saya vê yekê 'wê cihêrengiya nêrînan' bê parastin.
Bartsch bibîr xist, ku navgînên çapemeniyê bi rengekî komî li Tirkiyeyê hatine girtin, rojnamevan hatine hepskirin û daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve weke 'henek'an nirxand. Bartsch bibîr xist, ku Serokwezîr Angela Merkel di Cotmeha par de bi xwe çûye Enqereyê û tevkarî li propaganda hilbijartinê ya Erdogan û AKP'ê kiriye.