Kedkaran li qada 1’ê Gulanê axivîn: Sedema xizaniyê şer e!
Kedkarên tevlî 1’ê Gulanê ya li Amed bûn gotin, “Çareseriya krîza aborî di aştî û azadiyê de derbas dibe.”
Kedkarên tevlî 1’ê Gulanê ya li Amed bûn gotin, “Çareseriya krîza aborî di aştî û azadiyê de derbas dibe.”
1’ê Gulanê Cejna Karker û Hevgirtinê li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi coş hate pîrozkirin. Coşa 1’ê Gulanê li bajarên mezin ên weke Stenbol, Îzmîr, Wan û Amedê di saetên serê sibê de dest pê kirin. Navenda mîtînga îsal a li Amedê Qada Îstasyonê bû. Bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Odeya Tabîban a Amedê bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em li qadên 1'ê Gulanê ne” mîtîng hate lidarxistin. Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn bal kişandin ser têkoşîna aştî û kedê û daxwaza misogerkirina şert û mercên mirovî kirin.
Endama TMMOB’ê Yasemîn Noyan sedema daketina li qadê bi van gotinan anî ziman: "Em îro hatin vir da ku dengê xwe bilind bikin. Em ji bo jiyaneke demokratîk li qadan e. Em dibêjin ku divê budçeya heyî ji bo jiyan û aştiyê were xerckirin. Sedema herî mezin a ku îro mirov di nav xizaniyeke ewqas kûr de dijîn, budçeya ji bo şer tê xerckirine. Divê em hemû ji bo aramî, şert û mercên çêtir bi dengekî bilindtir aştiyê biqîrin. Divê ev pêvajo bi sererastkirinên qanûnî mayînde bibe.”
'EM DAXWAZA KED Û MAFÊ XWE DIKIN’
Endamê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê Fesih Ersonmez derbarê daxwazên 1’ê Gulanê de wiha axivî: "Em ji bo berdêla keda xwe û mafên xwe bi dest bixin hatine vir. Îro, li her derê xizanî heye û krîz roj bi roj zêde dibe. Ev bandorê li ser me tevan dike. Ev bi salan e didome. Sedema herî mezin a vê krîza aboriyê şer e. Pereyê ku ji bo guleyan tê xerckirin, pereyê ku ji bo balafiran tê xerckirin divê ji bo gel were xerckirin. Aştî dikare vê krîzê çareser bike. Ji ber vê yekê divê em bi hev re aştiyê ava bikin. Aştî ne tenê ji bo me, lji bo hemû gelan pêwîst e.”
'ÇARESERIYA KRÎZÊ DI AŞTÎ Û AZADIYÊ DE DERBAS DIBE’
Endezyara Çandiniyê Ceylan Demîr anî ziman ku ew ji bo daxwaza jiyaneke azad daketina qadê. Ceylan Demîr destnîşan kir ku ew ji bo ked û mafên xwe têdikoşin û got: "Di her gava ku em davêjin de em tên astengkirin, lê têkoşîn wê bidome. Çareseriya xizanî û krîzê di aştî û azadiyê de derbas dibe. Mîna kedê wê têkoşîna me ya ji bo aştiyê jî bidome. Em ê her tim bibêjin ‘ji şer re na’. Şer tiştekî nade vî gelî, dide windakirin.”
‘1’Ê GULANÊ ROJA HEMÛ KEDKARAN E’
Rêveberê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê Selman Sag jî diyar kir ku gotina aştiyê di gel de hêviyek mezin çêkiriye û wiha domand: "Wekî her carê, îro jî gel careke din li qadan e û ji bo keda xwe dengê xwe bilind dike. 1’ê Gulanê ne teneê roja kedkar û karkeran e; roja karker, cotkar û hemû mirovên ku di her qada jiyanê de têdikoşin e. Di demek nêzîk de hevdîtinên ji bo aştiyê têne kirin. Em bi salan e her 1’ê Gulanê dadikevin qadan. Îsal gel bi hêviya van hevdîtinên aştiyê diherike qadan û xwedî li van daxwazan derdikevin. Divê muxatab hêviya gel bibînin û li gorî wê gavan bavêjin. Em ê her tim ji bo aştî û keda xwe li qadan bin. Em ê li dijî hemû polîtîkayên zilm û êrîşê ti carî dev ji hêza kedê bernedin.”
'DIVÊ AŞTIYEKE MAYÎNDE BÊ AVAKIRIN'
Endama Tüumbel-Senê Ayşe Erdemcî anî ziman ku sermayeya ku ji bo şer tê xerckirin divê ji bo avakirina aştiyê û ji bo gel were xerckirin û wiha axivî: “Rastiyek heye ew jî her sal jin xizantir dibin. Em ji bo vê yekê biqîrin li vir in. Divê gavên pêwîst werin avêtin da ku gel xizantir nebe û birçî nejî. Kedkaran jiyanek mirovî, wekhev û azad dixwazin. Daxwaza me ew e ku pereyê ku ji bo sermaye û şer tê xerckirin ji bo gel were xerckirin. Aştî hêviyek mezin dide me kedkaran. Em hêvî dikin ku aştiyek mayînde pêk were. Ger aştî were avakirin, wê hem ji bo zarokên me û hem jî ji bo me civakek bi tenduristir çêbibe. Aştî wê gelek tiştan li ser kedkaran zêde bike.”