ROJANE
Hemû Nûçe
-
Deriyê Navenda Çandê ya Arzela jî hate mohrkirin
Avahiya Navenda Çandê ya Arzela ya li Şîrînevlerê jî hate morhkirin. -
Li Îskoçyayê dîsa Kurdistanî li qadan bû
Kurdistaniyên ku li paytext Edînbûrghê, faşîzma AKP’ê protestokirin, peyamên piştgiryê ji bo HDP’ê gelê Kurd û komeleyên hatin girtin dan. -
Li Îtalyayê ji bo gelê Kurd û HDP'ê çalakiyên piştevaniyê
Li ser bangawaziya Komîteyên Dostaniya Kurd û Buroya Enformasyonê, li 14 bajarên Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin. -
Dîmenên wesayîta bombebarkirî ya hate rûxandin
Li Bakurê Reqayê şervanên operasyona Xezeba Firat a ku ber bi Rojhilatê paytexta DAIŞ’ê pêş ve diçin, wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê rûxandin. -
Li Cindirêsê Leyla Ozo û Salih Efrîn hatin oxirkirin
Cenazeyên yekemîn şehîda refên HPC – Jin Leyla Ozo û şervanê Cebhet El-Ekrad Salih Efrîn li şehîdgeha Şehîd Seydo ya gundê Kefer Sefra yê li navçeya Cindirêsê hatin oxirkirin. -
Li Baselê bi hezaran kes dest bi meşê kirin: Em ê bi ser bikevin!
Bi hezaran kes bi slogana ‘’Kujer Erdogan’’ dest bi meşê kir. -
Mîtînga Kolnê bi tevlêbûna bi deh hezaran berdewam dike
Bi deh hezaran kes tevlî mîtînga Kolnê bûn ku bi dirûşma ‘’Em ji bo demokrasî, aştî û azadiyê hevgiriya bi HDP’ê re geş bikin’’ pêk hat. -
VAKAD: Mekan bila ji we re bin, em ê hev bigirin
VAKAD ku xebatên wê bi Rewşa Awarte hatin rawestandin diyar kirin, têkoşîn jinan ne bînahî ne û wê nikaribin ked û desketiyan mohr bikin, ‘’Mekan bila ji we re bin. Hevgirî, têkoşîn û rûmet a me ye’’ -
Qeyûmê ku agahî stand krîza dil pê re çêbû
Cumalî Atîlla ku weke qeyûm hatibû ser Şaredariya Amedê ya Mezin, piştî ku pê hesiya qeymeqamê Dêrikê Muhammet Fatîh Safîturk jiyana xwe ji dest daye, krîza dil pê re çêbû û ew rakirina nexweşxaneyê. -
Polîs gef li Ozgurlukçu Demokrasiyê xwar
Polîsa pêşiya belavkarê rojnameya Ozgrlukçu Demokrasiyê Hasan Ceyhan girtin û bi gotina, ‘Vî karî neke, me îro tiştek bi te nekir lê careke din wê ne wiha be’’ gef lê xwarin. -
Tûglûk: Em ê heta dawiyê piştîgiriyê bidin komeleyan
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tûglûk, girtina komeleyan şermezar kir û got: “Wê piştgiriya me ya bi komeleyan re dewam bike, ev gel îxlalên mafan qebûl nakin.” -
Girtina komeleyan li Dîlokê hate şermezarkirin
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Dîlokê girtina komeleyan şermezar kir -
Li Mêrsînê MEDÎA-DER jî hate girtin
Li Mêrsînê di nava komeleyên ku hate girtin de Komeleya Alimên Ayînî (MEDÎA-DER) jî hate girtin. -
Akademîsyen Gulmen dîsa hat binçavkirin
Akademîsyen Nûriye Gulmen a ji ber ji karê xwe hatibû kirin çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û hatibû binçavkirin û berdan, vê carê bi derbkirinê hat binçavkirin. -
Ji bo rojnamevan û nivîskarên girtî li Fuara Pirtûkan a Stenbolê meşa bêdeng
Endamên Sendîkaya Basin-Îş, ji bo balê bikşînin li ser rojnamevan û nivîskarên girtî, li Fuara Pirtûkan a Stenbolê meşa bêdeng li dar xistin. -
Serokê EMED-DER’ê hate binçavkirin
Serokê EMEK-DER’ê a Mêrsînê Fethî Çoban, hate binçavkirin. -
DHF: Em ê parastina kozikên xwe yên şoreşê bidomînin
DHF ku deriyê wan hat mohrkirin daxuyaniya nivîskî dan û diyar kirin ku ew ê parastina kozikên xwe yên şoreşger bidomînin. -
Yuksekdag: Jin wê bi ser bikevin!
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag mesajek ji Desteya Giştî ya Jinan a HDK’ê re şand û got, ‘’Dema ku em bi jinî li ber xwe didin em ê qet dev ji kenê xwe ya jinane û hevgiriya jinane bernedin.’’ -
Serokê Navenda Çandê ya hat mohrkirin hat binçavkirin
Serokê Komaleya NÇM-Mêrsîn Ersîn Akgun hat binçavkirin. -
Tîmtîk a ÇHD'î: Em ê biryarê nas nekin; li ber xwe bidin!
Endama Lijneya Rêveber a ÇHD'ê Ebru Tîmtîk têkîldarî biryara girtina komeleya wan diyar kir ku ew ê biryarê nas nekin, li ber xwe bidin, li hemû derên ku binpêkirinên mafan hebe wê xebatên xwe bidomînin. -
Ji bo nexweşê giran Aktaş serî li DMME’yê dan
Li gel ku du milê wî nîn in jî û li gel rapora Saziya Tiba Edlî ya ‘’nikare li girtîgehê bimîne’’ jî ji ber ku Ergîn Aktaş ji girtîgehê nayê berdan, parêzerên wî serî li DMME’yê dan û bi hin rêxistinên navneteweyî re ketin nav danûstandinan. -
Ji Gundem Çocuk daxuyaniya pêşî: Hûn dikarin deriyan mohr bikin, lê qet nikarin mirovan mohr bikin!
Komeleya Gundem Çocuk ku ji hêla Wezareya Karê Hundir ve deriyê wê hate mohrkirin, got, ‘’Hûn dikarin deriyê me mohr bikin, lê qet nikarin mirovan mohr bikin. Ji bo dinyayeke baştirîn ji bo zarokan em ê xebatên xwe bidomînin.’’ -
Polîsan li dîwarê komaleya ku girtin, ‘Seloş’ nivîsîn
Di çarçoveya 370 komaleyan de ku Wezareta Karên Hundir biryara girtina wan dabû, DHF û Gazî Demokratîk Haklar Federasyonû jî hatin girtin. Polîs bi darê zorê ketin komaleyê, li dîwaran “Seloş” nivîsîn. -
Li Stenbolê 11 komale hatin mohrkirin
Di çarçoveya biryara girtinê ya Wezareta Karên Hundir de heta niha li Stenbolê 11, li Bûrsayê jî komaleyek hatine mohrkirin. -
Li ser rêka Reqayê YPG’iyekî Îngilîsî
Jack Hollmes dibêje “Armanca min azadkirina tevahî gelên Sûriye û cîhanê ye”, bi navê Şoreş Amanos ve jî di nav refên YPG’ê de tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bûye…