Doza li ser destdirêjiya li zaroka 11 salî dîsa taloq bû
Li Mersînê, doza li ser destdirêjiya li H.D. a 11 salî, ku piştî destdirêjiyê bersûc hewl da wê bikuje, careke din taloq bû.
Li Mersînê, doza li ser destdirêjiya li H.D. a 11 salî, ku piştî destdirêjiyê bersûc hewl da wê bikuje, careke din taloq bû.
Li Mersînê, roja 23'ê Tebaxê zaroka bi navê H.D. a 11 salî ji bo bixebite çû cem E.A. yê 20 salî. Lê E.A. dest dirêjî zaroka 11 salî kir û piştre ji bo wê bikuje bi qasî 15 cm'an qirika wê jê kir.
Rûniştina duyemîn a vê dozê li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Mersînê hate dîtin. Tevî gelek parêzeran, nûnerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Mersînê û malbata zaroka destdirêjî lê hat kirin, amade bûn. Lê belê heyeta dadgehê nehişt rêxistinên jinan tevlî rûniştina dozê bibin.
Parêzera H.D. Sebahat Gençtarîh Cebe li rûniştinê axivî û diyar kir, muwekîla wê ya destdirêjî lê hat kirin hewl daye xwe bikuje, psîkolojiya wê xera bûye û xwest, bersûc bê cezakirin.
BERSÛCÊ KU LI XWE MIKUR HATIBÛ, VÊ CARÊ SÛCDARÎ RED KIR
Piştre bersûc E.A. xwe parast û sûcê ku di rûniştina beriya niha de li xwe girtibû, vê carê red kir. Vî şexsî ev îdîa kir, "Sixêf li diya min kir. Ez bi hêrs bûm, em çûn parkê. Dema li wê derê destê min gez kir, ez jî bi hêrs bûm, min êrîşî wê kir. Ez poşmanim. Min dest dirêjî wê nekir." Parêzerên bersûc jî gotin ew tevlî îfadeya muwekîlê xwe dibin û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de xwest, dem ji wan re bê dayîn. Dozgeriyê jî xwest, heta hatina rapora krîmînal û temamkirina kêmasiyên di dosyayê de, bersûc E.A. girtî bimîne.
RÛNIŞTIN CAREKE DIN HAT TALOQKIRIN
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir. Heyeta dadgehê biryar da ku li benda rapora krîmînal bimînin, heyetek dadgehê tevî psîkolog îfadeya mexdûr H.D. bigire, bersûc jî girtî bimîne û rûniştina dozê heta 8'ê Kanûnê taloq kir.