ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo çalakiyên li Elmanyayê banga tevlîbûnê hat kirin
Li Elmanyayê çalakiyên li dijî êrîşên qirkirina siyasî yên li hemberî gelê Kurd û HDP'ê, dewam dikin. Wê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. NAV-DEM, YJK-E, HDK-A û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kirin. -
Navenda Giştî ya HDP'ê ev 5 roj in dagirkirî ye
Navenda Giştî ya HDP'ê, ku polîsên Tirk şeva 4'ê Mijdarê avête ser û dor lê girtin, hê jî dagirkirî ye. -
Polîs malbatên mexdûr bi kêfî asteng dike
Yekemîn rûniştina doza komkujiya Enqereyê di roja 3. de berdewam dike. Polîs malbatên xizmên kuştiyan ên dixwazin tevlî rûniştina dozê bibin bi awayekî kêfî asteng dikin. -
Tevgera Karkeran a Arjantînê piştgirî da HDP'ê
MST-Nueva Îzquîerda ji bo xurtkirina piştevaniyê bi HDP'ê re bang kir. MST-Nueva Îzquîerda li hemberî bêdengiya Ewropayê nerazîbûn nîşan da û xwest, danekirin li ser Tirkiyeyê were ferzkirin. -
Cenazeyê Eplî li ber sloganan hat veşartin
Cenazeyê Zehra Eplî ya li Girtîgeha Gebzeyê ji bo şermezarkirina polîtîkayên hikûmeta tirk ên înkar û îmhayê agir berdabû bedena xwe li Tarsûsê li ber sloganan hat veşartin. -
Êrîşên li dijî HDP'ê li Swîsreyê hatin şermezarkirin
Li bajarên Frîboûrg û Baselê yên Swîsreyê, li dijî girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel û parlamenteran, çalakî hatin lidarxistin. -
Li parlamenta Swêdê çalakî û hewldanên dîplomatîk ên ji bo HDP'ê
Kurdistanî û dostên wan, ji bo 10 parlamenterên HDP'ê yên hatin girtin, duh li pêşiya avahiya parlamenta Swêdê xwepêşandanek lidar xistin. -
40 girtiyên li Edeneyê hatin sirgûnkirin
Ji 40 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê, 30 jê sirgûnî Îzmîrê, 10 jî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. -
Gel li Edeneyê li ser piyan e
Girtina siyasetmedarên Kurd li Edeneyê bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Çalakiyên li dijî darbeya AKP/Qesrê dewam dikin
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP'ê, li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. Her wiha sazî û partiyên Ewropî jî ji bo HDP'ê banga piştgiriyê kirin. -
Avesta: Heta encamgirtinê divê em bi ser zaliman ve biçin
Avesta got, "Têkoşîn dîlanek e. Li devera ku têkoşîn lê tine be, berxwedan lê tine be, sekin lê hebe, divê mirov ji wir bitirsin. Pêwîste heta ku em encamê bi dest bixin, bi ser zaliman ve biçin." -
Li Edeneyê 120 kes hatin binçavkirin, 30 jê zarok in
Li Edeneyê 120 kes hatin binçavkirin, ku 30 ji wan zarok in. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî yek ji binçavkiriyan e. -
Li 8 navendên Ewropayê darbeya AKP/Qesrê hat şermezarkirin
Li bajarên Parîs, Rennes, Strasboûrgê yên Fransayê; li bajarên Mannheîm, Hannover, Hambûrg, Klevê yên Almanyayê û li bajarê Torîno yê Îtalyayê darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. -
Li Meclîsa Awûstûryayê têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê
Li Meclîsa Awûstûryayê partiyên wek SPO, OVP, NEOS û Konseya Kurd a Awûstûryayê têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. -
Gerîlayê HPG'ê Abdîl hate definkirin
Gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl ê ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hat definkirin. -
Ji HDP'ê daxuyaniya der barê 'dorpêçê' de: Vaye em li vir in!
HDP li dijî dorpêçkirina navenda wan a giştî bertek nîşanda û diyar kir ku Walîtiya Enqereyê sûcdariyê dike. -
Li Elmanya û Îtalyayê çalakiyên ji bo HDP’ê
Protestokirina qirkirina siyasî ya ku rejîma AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd dimeşîne didome. Li bajarên Koln û Dresden ên Elmanyayê û paytexta Îtalya Romayê ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hatin lidarxistin. -
Dadgehê berda, dozgeriyê girt
Ji 7 ESP’iyên ku li Meletiyê hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan, 5 kes li ser îtîraza dozgeriyê hatin girtin. -
Tûncel sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hate kirin
Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)Sebahat Tûncel piştî ku hat girtin, ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê hat kirin. -
Doza polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin hat taloqkirin
Doza kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê bi hinceta komkirina delîlan cara 3'yemîn hat taloqkirin. -
Li Brukselê Kurdan û parlamenterên Ewropî piştgirî dan HDP’ê
Li paytext Brukselê Kurdan û parlamenterên Ewropaî destek dan HDP’ê, qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê protesto kirin. -
Vîna gel li pişt caxên hesinî ye
Vîna gel a a ku bi hevserok Demîrtaş û Yuksekdag û 10 wekîlan û Hevseroka DBP’ê Tuncel, berdevka KJA’yê temsîla xwe dibîne, bi fermana desthilatdariya siyasî li pişt caxên hesinî ye. -
Akdogan sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Sîlîvriyê kirin
Parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê Hîhat Akdogan sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Sîlîvriyê hate kirin. -
Li Tambûv saziyên Kurd xwedî li HDP’ê derketin
Saziyên Kurd ên ku li bajarê Tambov karê xwe dikin, xwedî li HDP’ê ya ku êrîşên qirkirina siyasî li ser tê meşandin derket, faşîzma AKP’ê protesto kirin. -
Bersûcê Qetlîama Enqereyê: Her tişt ji hêla polîs hat diyarkirin
Rûniştina duyemîn a Doza Qetlîama Enqereyê hat dîtin. Ji bersûcan Yakûp Şahîd îtîraf kir ku polîsan gotine, “dozger jî hakim jî alîgirê me ne.” Şahîn wiha got; “Her tiştê ku min gotî ji hêla polîsan hat diyarkirin.”