Serfermandarê Giştî ya Tirkan li Şirnexê ye
Serokê Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê Hûlîsî Akar bi fermandarên din ên artêşê re çû Şirnaxê ku sewqiyata leşkerî lê tê kirin.
Serokê Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê Hûlîsî Akar bi fermandarên din ên artêşê re çû Şirnaxê ku sewqiyata leşkerî lê tê kirin.
Serokê Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê Hûlîsî Akar bi fermandarên din ên artêşê re ji bo leşkerên xwe yên li ser sînorê Tirkiye û Iraqe kontrol bike çû Şirnexê. Li gel Serokê Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê Hulîsî Akar, Orgeneralê artêşa 2’emîn Îsmayîl Metîn Temel, Fermandarê Jandarma yê Giştî Orgeneral Yaşar Gurler û Fermandarê Bejahiyê Orgeneral Salîh Zekî Çolak çûn Şirnexê.
Ji ber rewşa ewlekariyê bernameya Akar bi raya giştî re nehat parvekirin.
Hat ragihandin, Fermandarê 28’êmîn Tugaya Piyade ya Mekanîze ku hefteya bihurî ji Enqere û Çankiriyê sewqî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatibûn kirin, ziyaret kirin.
Artêşa Iraqê bi piştgiriya kordînasyona navneteweyî li dijî DAIŞ’ê li Mûsilê operasyon dabû destpêkirin. Ji ber ku dewleta Tirk beşdarî operasyona Mûsilê nekiribûn û hebûna leşkerên Tirk yên li Başîka têkiliyên dîplomatîk yên di navbera dewleta Tirk û Iraqê de nebaş in. Li hemberî hev daxuyaniyên tûj didin.Rexmê van aloziyan jî dewleta Tirk ji Enqere û Çankiriyê leşker sewqî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê kiribûn. Ev jî da nîşandan ku amadekariyên dagirkirina xaka Iraqê dane destpêkirin.