Ji Parlementoya Fîlîpîniyan piştevaniya ji bo HDP û gelê Kurd

Li Meclîsa Nûnerên Fîlîpîniyan, di daxuyaniya MAKABAYAN a ji partiyên çepgir ve pêk tê de, êrîşên faşîst ên li dijî HDP’ê bi zimanekî tund hatin şermezarkirin û hat xwestin ku hemû parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê li cem Kurdan bin.

Li Meclîsa Nûnerên Fîlîpîniyan, di daxuyaniya ku li ser navê ‘Koalîsyona Welatparêzan (Makabayang Koalîsyon ng Mamamayan- MAKABAYAN)’ hat dayîn de, êrîşên faşîst yên li dijî HDP’ê bi zimanekî tund hatin şermezarkirin û hat xwestin ku hemû parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê li cem Kurdan bin.

Di daxuyaniya MAKABAYAN’ê de mafê tayînkirina çarenûsa neteweyî û têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku, girtin parçeyeke ji wan êrîşên Tayyîp Erdogan û dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd in.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, Erdogan bi her cure rêbazên faşîst li şûna çeteyên DAIŞ’ê, êrîşî gelên ku ji bo mafên xwe xwe têdikoşin dike û hat bibîrxistin ku, endama Meclîsa Nûnerên Fîlîpîniyan MAKABAYAN jî berê bi heman tewanbariyan hevrû bibû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, tawanbariyên di sala 2006’an de parlamenterên endamê MAKABAYAN’ê bi wan re hevrû mabû, di encama berxwedana gel di sala 2007’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve wek ‘îdîayên bêbingeh’ hatibûn qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, Kurd li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê rastî pêkûtiyên tundiyê tên û ji ber vê pêdiviya wan bi piştevaniyê heye. Hat diyarkirin ku, têkoşîna gelê Kurd parçeyeke ji têkoşîna hemû gelên cîhanê ye. Di daxuyaniyê de êrîşên li Tirkyeyê yên li dijî gelê Kurd bi zimanekî tund hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku, divê hemû parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê li cem Kurdan bin û musadeya van êrîşan nekin.

Di daxuyaniya de ji bo hemû girtiyên polîtîk ên Kurd azadî hat xwestin û ji bo mafê tayînkirina çarenûs û têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan banga piştevaniyê hat kirin. Endam û partiyên girêdayî MAKABAYAN’ê yên daxuyanî destnîşan kirin ev in:

Rep. Carlos Isaganî T. Zarate (Bayan Muna Partylîst) , Rep. Emmî A. De Jesus, Rep. Arlene D. Brosas (Gabrîeale Women’s Party),  Rep. Antonîo L. Tînîo, Rep. France L. Castro (ACT Teachers Partylîst), Gabrîela Women’s Party, Rep. Ariel B. Casîlao (Anakpawis Partylîst), Rep. Sarah Jane I. Elago (Kabataan Partylîst).