Li Egeyê 1’ê Gulanê: Em ê bi ser bikevin!

Bi deh hezaran kesên tevlî mitîngên 1’ê Gulanê yên li bajarên Egeyê bûn, diyar kirin ew ji bo parastina ked, demokrasî, aştî, edalet, sîstema hiqûqî û laîqî li qadan in û peyama ‘em ê bi ser bikevin’ dan.

1'ê Gulanê Cejna Kedkarên Cîhanê li Îzmîr, Manîsa û Aydinê bi mîtîngên bi coş hatin pîrozkirin. Sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk li Îzmîrê ji sê aliyan ve heta Qada Gundogdu meşiyan. Di meşê de pankartên mîna “Gotineke ku em bêjin û hêza me ya guhertinê heye”, “Rizgarî di têkoşîna sosyalîst de te” û “Israra di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinê de ye” hatin vekirin. Parlamenter jî beşdarî mîtîngê bûn û di axaftinan de xizanî, neheqî û enflasyon hatin rexnekirin.

Bi hezaran kesên li Qada Cumhuriyetê ya Manîsayê li hev kom bûn, daxwaza mafê ked û edaletê kirin. Li gel bi hezaran karkeran, Şaredarên Bajarê Mezin a Manîsayê, şaredarên Şehzadeler û Yunusemre, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî mîtîngê bûn. Mîtîng bi pankartên rengîn û muzîkê dewam kir.

Li Aydinê jî bi hezaran karker, partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê beşdarî mitînga bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hat organîzekirin bûn. Di mitînga li vir de jî daxwazên ekolojîk û demokratîk derketin pêş.

Di mîtîngan de bal hat kişandin ser nirxê ked, têkoşîna mafan û avakirina civakeke demokratîk a aştiyane û peyama ‘Em ê bi ser bikevin ‘hatin dayîn.