ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Kaîserslaûternê standa agahdarkirinê hat vekirin
Li bajarê Kaîserslaûtern ê Elmanyayê, li dijî operasyonên dîlgirtina HDP'yiyan, standa agahdarkirinê hat vekirin. Stand wê 3 rojan vekirî be. -
Ciwanan ATM şewitandin
Li navçeya Dîkîliyê ya Îzmîrê, duh bi şev gelek ATM ên bankayan hatin şewitandin. -
Li Berlîn, Wesel, Darmstadt û Munchenê çalakiyên ji bo HDP'ê
Li bajarên Berlîn, Wesel, Darmstadt û Munchenê, bi hezaran kes li dijî operasyonên qirkirina siyasî daketin qadan û xwepêşandanên protestoyî lidar xistin. -
Şengaliyên li derveyî welat êrîşên AKP'ê şermezar kir
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, kiryarên rejîma AKP'ê şermezar kir û ji civaka Êzidî xwest, li dijî faşîzma AKP'ê hişyar be. -
Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hate binçavkirin
Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Haci Arpaç li Mersînê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. -
Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya ji bo HDP'ê
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hatin şermezarkirin. Nûnerên gelek rêxistinan li vir axivîn û piştgirî dan HDP'ê. -
Li Edeneyê gel li qadan bûn
Li Edeneyê gel li dijî êrîş û girtinan daketin kolanan. Li ser vê polîsan êrîşî çalakavana kirin. Tevî êrîşa polîsan jî gel çalakiya dengderxistinê li dar xistin. -
Li 5 navenda li dijî êrîşên li ser HDP’ê bertek
Li Bergen,Norveç û Hambûrg a Elmanyayê, Zûrih a Sîwsreyê, li paytexta Awûstûryayê Viyanayê û paytexta Komra Çek Praga êrîşên operasyona qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê li ser HDP’ê hatin protestokirin. -
Li balafirgeha Kopenhagê çalakiya bêîtîhatiya sivîl
Çalakiyên protestoyê yên li dijî opersyonên qirkirina siyasî ya ji aliyê AKP/Qesr li ser HDP’ê didin meşandin dewam dikin. Kurdistaniyên ku li paytexta Damîmarka Kopenhagê dijîn, li balafirgeha Kopenhagê çalakiya bêîtîhatiya sivîl li dar xistin. -
Piştî 6 mehan cenazeyê 3 gerîlayan radestî malbatên wan kirin
Cenazeyê 3 gerîlayên HPG'yê yên nêzî 6 meh berê tevî 7 hevalên xwe li bejahiya Şemzînanê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî testên DNA'yê radestî malbatên wan hatin kirin. -
Heyeta HDP'yî û nûnerên çapemeniya navnetewî hatin gel hev
HDP'yî, bi nûnerên çapemeniya navnetewî jî di nav de bi komek rojnameger re hatin gel hev. Di hevdîtinê de têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê, rojnameger hatin agahdarkirin. -
Endama Meclîsê ya HDP'ê Nadiye Gurbuz di bin çavan de hate êşkencekirin
Endama Meclîsê (PM) ya HDP'ê Nadiye Gurbuz roja Duşemê li Bûrsayê piştî çalakiyê hatibû binçavkirin. Gurbuz ji parêzerên xwe re got, ew di bin navê "lêgerînê" de rastî êşkenceyê û tacîza zayendî hatiye. -
Îdîaya ku wê li Almanyayê 'çeteyên Osmanî êrîşî Kurdan bikirana'
Di operasyona li dijî çeteyên Tirk ên 'Osmanî' ku li Elmanyayê xebatên xwe dimeşînin hêjmara binçavkirinan zêde dibe. Li gel vê hin çavkanî jî îdîa dikin ku, ev çete bi îrtîbata MÎT'a Tirk re li dijî komên Kurd planên êrîşê amade kirine. -
Saziyên Fransî, Kurd , Elewî û yên Tirkiyeyê xwestin li Strasbourgê li dijî AKP’ê çalakiya hevpar pêk bînin
Saziyên Fransî, Kurd , Elewî û yên Tirkiyeyê wê li dijî faşîzma AKP/Qesrê ku parlamenterên Kurd dîl girtine û li dijî vina gelê Kurd êrîşên qirkirina siyasî pêk tîne li Strasbourgê çalakiyê pêk bîne. -
KCDK-E: AKP, li dijî Kurdên Ewropa înfazê plan dike!
KCDK-E'ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî siyasetmedar, xebatkarên saziyên Kurdên Ewropa planên înfazê dike. -
CÎK: Divê hemû misliman li dijî zilma AKP'ê tevbigerin
CÎK'ê bang li hemû mislimanan kir ku li dijî zilma AKP'ê têkevin nava tevgerê. CÎK'ê ji her kesî xwest ku bi awayekî girseyî beşdarî çalakiya ku Şemiyê li Kolnê pêk bê bibin. -
Di rapora YE’yê de rexneyên giran li Tirkiyê
YE’yê di rapora têkildarî bûyerên Tirkiyê de ku îro hate weşandin, hate gotin, di standartên sereke yên demokratîk de bi paş ve çûye. Raportorê Tirkiyê yê YE’yê Katî Pîrî diyar kir, ‘’Rawestandina têkiliyan tekane bersiv e ku em bidin Tirkiyê.’’ -
Li Fansayê Kurd û dostê wan wê dakevin qadan
Kurd û dostên wan ên li Fransayê dijîn, li dijî faşîzma AKP’ê wê bi awayê girseyî dakevin qadan. -
Li Izbanê heta ku lihevkirin pêk were wê grev berdewam bike
Kargeha Anonîm a IZBAN û Sendîkaya Demîryolu-Îş li hev nekirin û karkiran dest bi grevê kirin. Serokê Sendîkaya Şûbeya Demîryolu-Îş Eryuz diyar kir, heta lihevkirin çêbibe wê grev berdewam bike. -
DGH û DGK’ê, kuştina polîsê li Edeneyê girt ser xwe
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger, di 6’ê Cotmehê de çalakiya kuştina polîsê li Edeneyê girtin ser xwe. -
TŞYG: Em berxwedanê mezin bikin, faşizmê tar û mar bikin
TŞYG: Divê gelên me li dijî êrîşa li ser vîna xwe bibin yek û di serî de meclîsê û hemû avahiyên AKP'ê yên bajar û navçeyan dagir bikin. Heta ku parlamenter neyên berdan divê avahiyên AKP'ê bernedin. -
Girtina parlamenterên HDP'ê li Lîverpoolê hat şermezarkirin
Girtina parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, li bajarê Lîverpoolê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Akademîsyena ku ji kar hatî kirin, piştî ku dest bi çalakiya rûniştinê kir, hate binçavkirin
Akademîsyen Nûriye Gulmen ku bi BHQ’yê li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê ji kar hate kirin, li Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kir, Gulmen li gel 4 kesên pê re bi tehdeyê hatin binçavkirin. -
Bersûcên Komkujiya Enqerê xwe kerr û gêj dikin
Di roja 3’yan a rûniştina doza Komkujiya Enqere de, lêpirsîna çeperast a bersûc Hakan Şahîn berdewam dike. Şahîn îfadeyên ku li hev dernakevin dide û li gel delîlên sûc jî xwe kerr û gêj dike. -
Li Viyana û Baselê çalakiyên ji bo HDP'ê
Çalakiyên li dijî êrîşên qirkirina siyasî dewam dikin. Li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Viyanayê û li ber avahiya parlamenta Baselê ji bo HDP'ê çalakî hatin lidarxistin.