Li girava tûrîstîk Baliyê elektrîk qut bû

Roja Înê li girava tûrîstîk a Balî ya Endonezyayê elektrîk qut bû. Qutbûna elektrîkê bandor li ser giravê kir.

Li gorî daxuyaniya şîrketa elektrîkê ya dewletê PLN’ê qutbûna elektrîkê bandor li gelek deverên giravê kir. Her wiha qutbûna elektrîkê bandor li Balafirgeha Navneteweyî ya Baliyê jî kir, lê çûn û hatin bênavber didome.

Di wêneyên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin de tê dîtin ku ji ber qutbûna elektrîkê trafîk asê bû ye û li ber cihên bilêtan ên balafirgehê jî rêz çêbûye. Balî yek ji navendên sereke yên tûrîstîk ên Endonezyayê ye û par 6.3 milyon tûrîstên biyanî hatin Baliyê.

Berdevkê PLN’ê I Wayan Eka Susana daxuyand ku ew li ser sedema qutbûna elektrîkê lêkolînê dikin û got: "Em di pêvajoya gav bi gav çarserkirina elektrîkê de ne." Sedema qutbûna elektrîkê hîn jî nehatiye ragihandin.