Erdogan mazûbantiyê ji bo penaberan wisa dike!
Pênaberên ku Erdogan û AKP li dijî YE mîna koz bi kar tîne û dibêje ‘em lê dinêrin’ li her bajarî birçî û tazî ne. 2 zarokên penaber ên li refujek Amedê radizan wiha hatin kişandin.
Pênaberên ku Erdogan û AKP li dijî YE mîna koz bi kar tîne û dibêje ‘em lê dinêrin’ li her bajarî birçî û tazî ne. 2 zarokên penaber ên li refujek Amedê radizan wiha hatin kişandin.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP’ê yên dibêjin cih didin penaberan û şantajê li welatên Yekîtiya Ewropayê dikin, bi hezaran penaberî wiha birçî û tazî li kolanan dihêle..
Penaberên ku li tevahî bajaran bê cih û parastin dimînin, li wan tê ferzkirin ku li ber şewqên trafîkê parsekiyê bikin.
2 zarokên penaber ên li refujek Amedê ku li ser cadeya Elezîzê ye, radizan û ji bo xwe ji hewaya sar biparêzin hevûdu hembêz dikirin hatin kişandin.
Zarokên penaberan ên neçarî parsekiyê tên hiştin, heta derengê şevê li ber rê li ser wan tê ferzkirin ku destê xwe vekin.