ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
*Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê bêne şopandin.
*Kampanya “Diyalogên bi jiyana azad re” a TJK-E’yê îro dest pê dike.
*Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
*Parlamantera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît rexneyên li ser konferansa li Qamişloyê nirxand û destnîşan kir ku konferans ne dabeşkirinê lê jiyana hevpar armanc dike.
*Bi êrîşên li ser Durziyan dixwazin peyaman bidin gelek aliyan. Êrîş wê di erdnîgariyekî berfireh de li dijî hemû gelan pêk were.
*Kedkarên tevlî 1’ê Gulanê ya li Amed bûn gotin, “Çareseriya krîza aborî di aştî û azadiyê de derbas dibe.”
*Çalakiyên xizmên windayan û girtiyan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, dê bên şopandin.
*Geşedanên têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder dê bên şopandin.