Çalakiya Kasselê wê bi meşekê bi dawî bibe

Çalakiya standê ya li dijî qirkirinên siyasî ya li Kasselê dewam dike, wê îro li bajêr meşek bê lidarxistin.

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, çalakiya standê ya 3 rojan ku li dijî qirkirinê siyasî ya li ser HDP’ê û gelê Kurd hatiye destpêkirin, dewam dike. Çalakiya ku roja Sêşemê ji aliyê YXK û JXK’ê ve hatibû organîzekirin, li pêşiya Şaredariya Kasselê destpê kir.

Standa ku ji bo raya giştî ya Elmanya bê agahdarkirin hate danîn, îro wê di saet 17:00’an de bi meşekê bi dawî bibe.

Dîsa ji bo meşa ku li pêşiya şaredariyê destpê bike jî banga beşdariyê hate kirin.