BI DÎMEN

Karkerên Înşaata Emaarê hatin berdan

Karkerên Înşaata Emaarê ku di 6’ê Mijdarê de ji ber meşeke piştgirîdayina HDP’ê li dar xistibûn hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Karkerên Înşaata  Emaarê yên ku ji bo şermezarkirina girtina parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) meşiyabûn û hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Karkerên hatin berdan li ber Dadgeha Çaglayanê bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Li ser navê Karkerên Înşaata Emaarê endamê Komeleya Hiqûqnasên Azad(OHD) Parêzer Mavîş Aydin axivî û got “Bê hincet karker binçav kirin û bi şertê kontrolê berdan.”

Aydin di berdewama axafina xwe de ragihand ku di dosyaya karkeran de ti hêmanên sucê nîne û ev kiryar jî li dijî hiqûqê ye.

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan jî axivî û wiha got, “Ji ber ku karker xwedî li vîna xwe derketin hatin binçavkirin. Nêzîkatiya li hemberî karkeran nayê qebûlkirin.”

Karkerê bi navê Hamza Ozmên ê ku hatibû binçavkirin ji ajansa me re axivî, ragihand ku di binçavan de li wan dane û dijun li wan kirine û wiha pê de çû; “Polîsan gef li me xwarin û gotin ew ê me hemûyan wekî Selahattîn û Gultan Kişanak bikin, koka me biqelînin.Polisan ji me re eşkere gotin ew ê wekî xwe bikin.”

BI ZORÊ HEWILDAN SURUD ME BIDIN XWENDIN

Ozmen anî ziman ku wextê hatine binçavkirin 5 kes bûn û herî dawî ev gotin; “Hewl dan bi zorê sirûda Îstîklalê (Sirûda dewleta Tirk) bi me bidin xwendin. Ji min pirs kirin ku heta kîjan astê min xwendiye? Min jî got amadeyî û nizanim sirûdê. Ez bizanim jî ez naxwînim. Ji ber vê heqarêt li Parlamenterê HDP’ê kirin. Sibehê jî be ez ê dîsa çalakiya xwe bikim, me tiştekî îllegal nekiriye. Tenê me partiya ku gele me hilbijartiye parastiye. Ez ne poşman im.”