Partiya Yekîtiya Afganîstanê: Em piştgiriyê didin HDP’ê

Partiya Yekîtiya Afganîstan bi daxuyaniyekê, piştgirî da HDP'ê. Berdevkê Yekîtiya Aftganîstan Sîlî Xefar daxuyanî da, bal kişand ser Erdogan û got, îro li Rojhilata Navîn Hîtlerekî nû derketiye.

Partiya Yekîtiya Afganîstan bi daxuyaniyekê, piştgirî da HDP'ê. Berdevkê Yekîtiya Aftganîstan Sîlî Xefar daxuyanî da, bal kişand ser Erdogan û got, îro li Rojhilata Navîn Hîtlerekî nû derketiye.

Xefar destnîşan kir ku ev demeke dirêj e vê desthilatdariyê dest bi girtin, binçavkirin û komkujiyan kiriye û got, "Êdî maskeya wî ketiye û êrîşî vîna gel û parlementerên bi dengê gel hatin hilbijartin dike û dixe girtîgehan." 

Xefar bi bîr xist ku Erdogan bi van êrîşan peyamê didin diktatorên li Rojhilata Navîn ku êrîşî hêzên mûxalîf bikin. Sîla Xefar diyar kir, ew weke Patiya Yekîtiya Afganîstanê dixwestin li pêşiya Sefaretxaneya Tirkan êrîşan şermezar bikin, lê mixabin hikûmeta Afganîstanê rê neda. 

Xefar got: "Tevî hemû astengiyan jî me çalakiya xwe li cihê cuda cuda li dar xist. Em bang li hemû gelan dikin ku piştgirî bidin gelê Kurd ku li dijî faşîsma Erdogan li ber xwe dide. Em dixwazin bi lezgîn parlemeter û hevserokên HDP’ê bên berdan." 

Xefar herî dawî got: "Em gel berxwedana gelê Kurd ê li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk in. Têkoşîna wan ji bo wekhevî û azadiyê ye. Bila gelê Kurd baş bizane di vê dema herî zor û zehmet de em li pişt wan in."