Fîlozofê Brezîlyayî 'bêşert' piştgirî da banga Rêber Apo

Fîlozofê Brezîlyayî Frei Betto diyar kir ku ew 'bêşert' piştgiriyê dide banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo.

Ji bo banga dîrokî ya 27'ê Sibatê ya Rêber Apo li deverên cuda yên cîhanê peyamên piştgiriyê têne dayin.

Nivîskar, aktîvîstê siyasî, fîlozof, teologê rizgariyê yê Brezîlyayî û rahîbê Domînîkan Carlos Alberto Libanio Christo (Frei Bett) bi daxuyaniyekê piştgirî da bangê.

Bretto ku weke şêwirmendê nefermî yê Serokdewletê Brezîlyayê Lula da Silva tê naskirin, her wiha bi hevpeyvînên xwe yên bi Fidel Cartro re jî tê zanîn.

Peyama ku ji DEM Partiyê re hate şandin û li hesabê X'ê yê partiyê hate weşandin, bi vî rengî ye:

"Ez bê şert û merc piştgiriyê didin pêvajoya demokratîkbûn û aştiyê ya li Tirkiyeyê! Ez weke pêşketineke girîng a şaristaniyê dibînim ku gelên Kurd û Tirk bi hev re di nava aştiyê de bijîn, nan û kêfxweşiya xwe ya jiyanê bi hev re parve bikin. Milliyetên me, kokên me yên etnîkî, ziman û çandên me; li vê 'Mala Hevpar' ku em jê re Cîhan dibêjin, weke xwişk û birayên heman malbatê nîşaneya dewlemendî û cihêrengiya jiyana me ya mirovane ye. Bijî demokrasî! Bimire emperyalîzm!"