Rêxistina Milîsî ya Hêza Azadiyê ya Azîz Guler: Me buroya AKP’ê îmha kir

Rêxistina Milîsî ya Hêza Azadiyê ya Azîz Guler ragihand ku wan li Okmeydani-Beyoglûyê buroya AKP’ê îmha kiriye.

Rêxistina Milîsî ya Hêza Azadiyê ya Azîz Guler têkildarî çalakiya ku li Okmeydani-Beyoglûyê pêk anîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Okmeydani-Beyoglûyê buroya partiyê ya faşîzma AKP-DAIŞ’ê, di 9’ê Midarê de ji aliyê hêzên me ve hatiye îmhakirin” û ev tişt got: “Desthilatdariya faşîst a AKP’ê çepemenî, akademî, sendîka û partiyên siyasî yên ne di bin kontrola wê de ne bi terorî dixwaze wan tine bike. Bi hincetên bêbingeh û vala rojnameger, akademîsyen, huqûqnas, nûnerên siyasî girtine. Yên li ber desthilatdariya faşîst çok dananin, tên êşkencekiri û êrîş li ser tê meşandin.

'HÛN Ê RIHET RANEKEVIN!’

hevalbendên AKP’ê û pêgirtên wê, dewlemendiya xwe zêdekirin, li kêf û zewqa xwe dinerin, lê kedkar û gelên xizan jî bi hejariyê re hevrû ne. Kesên qerta wan a endamtiya AKP’ê tine be ji nexweş in, ji bêkarîtî û perîşaniyê xelas nabin û ji ber vê welatê me veguheriye êşkencexaneyê. “

Rêxistina Milîsî ya Hêza Azadiyê ya Azîz Guler di dawiya daxuyaniyê de AKP hişyar kir û wiha got: “Heta dayik-bav-hevjîn-xwişk-bira-zarok-hevalên me bigirîn û êşê bikşînin, hûn ê nikaribin li nav cihê xwe rihet rakevin.”