Tewanbarê Qetlîama Enqereyê propagandaya AKP’ê kir
Rûniştina Doza Qetlîama Enqereyê dewam kir. Ji tewanbaran Baraç, pirsên parêzeran paşguh kirin û propagandaya AKP’ê kir.
Rûniştina Doza Qetlîama Enqereyê dewam kir. Ji tewanbaran Baraç, pirsên parêzeran paşguh kirin û propagandaya AKP’ê kir.
Rûniştina doza têkîldarî qetlîama ku 10’ê Cotmeha 2015’an li Enqereyê pêk hat, dewam dike.
Piştî navberê, rûniştin bi parastina tewanbaran dewam kir. Tewanbar Talha Guneş got; “Ez ji gardiyanan fêr bûm ku daxilî vê dozê bûme. Min îdîaname jî nedît. 2 meh in girtî me. Ez naxwazim parastina xwe di rûniştina pêş de bibînin.” Parêzera tewanbar Hîlal Aydin jî ji bo parastinê wext xwest.
LI GOR POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê BÛ!
Endamê Şaxên Ciwanan a AKP’a Çewlikê Mehmedîn Baraç jî parastin kir. Baraç li gor polîtîkayên partiya xwe bi rê ve çû û ji bo qetlîamê talî bihêle hin bûyerên din wek mînak nîşan da.
Baraç têkîldarî alaya DAÎŞ’ê ya ku li mala wî hat dîtin jî wiha got; “Min ew al wek mohra Pêxember dizanî.”
Baraç îdîa kir ku ji bo birayê xwe bibîne çûye Sûriyeyê û bi çeteyan re hevdîtin kiriye.
PIRS BÊ BERSIV HIŞTIN
Parêzer Eylem Sarioglû jî wiha got; “Belge hene ku kes şandine herêmên cîhadê. Te jî rêveberiya DAÎŞ’ê re name şandiye. Ev tê wê wateyê ku tu ewqasî ketiye nav kar. Tu wesayîtan temîn dike.”
Parêzer Senem Doganoglû jî ev pirs kir; “Tu bi kêrek 12 cm û ehliyek û nasnameyek kesekî din ket emniyetê. Tu çawa dikarî ewqasî hêsan bikeve emniyetê?”
Parêzer Doganoglû her wiha ev gotin; “We got li Dîlokê hevalê we jî nîne, lê ji Dîlokê derbasî milê din ê sînor bûne. Bi çekê diçin emniyetê. Dema pênaber tên emniyet li we digere. Çawa ewqasî bi hêsanî ji sînor derbas dibin? Hûn li Islah Derê ji Siddik Gonul û Mûhammed dersê digrin. Ev meleyan ti perwerdeyên xîtabê dan we? Piştî hûn sala 2015’an derbasî Sûriyeyê bûn ti şerm an jî hêrs bi we re çêbû?”
Li ser van giştî pirsan Baraç got; “Ez naxwazim bibersivînim.”
CÎDÎYET PÊ RE NÎN BÛ
Piştî pirsa Parêzer Ozcan Karakoç a “Tu bawer dikî ku masûm e” jî bêcîdîbûna Baraç berdewam kir û got; “Min sûc kir. Ji hewşa cîranan qeresî dizî.”
Baraç negot bê birayê wî yê polîs li kîjan yekeyê û bajarî ye. Her wiha dozger jî ji Baraç pirsî ku bê dema girtî bû kê ew ziyaret kirine. Baraç jî got ji bilî malbata wî ti kesî serdana wî nekiriye.
Rûniştin didome.